HABER-SEN: Êdî bes e kedkarên PTT’ê westiyan e 2020-12-01 14:55:18   NAVENDA NÛÇEYAN – Sendîkaya HABER-SEN’ê bal kişand ser pirsgirêkên xebatkarên PTT’ê û banga: “Êdî bes e xebatkarên PTT’ê westiyan û diqedin” li hikumetê kir û xwest tevdîr werin girtin.   Sendîkaya Kedkarên Çapemeniya Ragihandina Weşanê û Posta (HABER-SEN) a girêdayî Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ên şaxên Edene û Amedê ji bo balê bikişînin ser rewşa xebatkarên PTT’ê civînên çapemeniyê li dar xistin.   Nûnerê HABER-SEN’a Edeneyê Ahmet Aydogan daxuyanî da û xwest hikumet tevdîrên dijî koronayê bigire û got: “Êdî bes e. Bila kedkar nemirin. Bila ji bo kargehan tedbîr werin girtin. Em qestiyan, qediyan û dimirin. Êdî bes e.”   Şaxa HABER-SEN’a Amedê jî civîna çapemeniyê li dar xist. Sekretera Jinan a HABER-SEN’ê Ezra Ademhan daxuyanî da û xwest tevdîr werin girtin û êdî bes e ew diqedin.