Sancar: Fatoreya derewên desthilatê ji tenduristiya gel re dertê 2020-12-01 14:43:40   ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, diyar kir ku desthilatê piştî 8 mehan ji bo ku alîkariyên aborî bigire daneyên vîrûsa koronayê aşkera kiriye û ev tişt got: “Hê jî ev dane ne ewle ne. Lê ev jî rewşê tirnak nîşan dide. Fatoreya vê derewê tenduristiya gel e.”   Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, di komcivîna partiya xwe ya heftane de axivî û mijarên di rojevê de nirxand. Sancar, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser serdana xwe ya Mêrdînê û wiha got: “Tişta ku me li Mêrdîn, Nisêbîn û Qoserê dît; zindîbûna hêvî bû. Hê jî bi biryar meşa xwe didomîne. Desthilat jî dihele û têk diçe. Bi salan e em dibêjin ev desthilat li ser talan û şer ava bûye. Em bi desthilate ku bêderew nikare biqedîne re rûbirû ne.”   ‘QEBÛL KIR KU DEWREW E’   Piştîn van nirxandinên xwe yên derbarê serdana xwe ya Mêrdînê de Sancar bal kişand ser pêvajoya pandemiyê û nêzikbûna hikûmetê ya ji bo wê û derbarê mijarê de ev rexne li hikûmetê kir: “Daneyên ku ji destpêka pêvajoya pandemiyê ve tên parvekirin derew in. Ne tenê me gelek saziyan van derewan ji raya giştî re radigihandin û nîşan didan ku çawa bi derewan pêvajoyê bi rê ve dibin. Kesên ku van de aşkera dikin dibûn hedef û weke terorîs dihatin îlankirin. Lê ew jî îro neçar mane ku qebûl bikin ku derewan dikin. Ji bo ku li gorî daneyan alîkariya aborî bikin ji nişkeve 8 mehan jêbirin.”   ‘DESTHILAT DIHELE’   Di berdewamê de Sancar, da zanîn ku bingeha desthilatê derew e û ev tişt anîn ziman: “Li civak û welatekî derewek careke tenê dikarê bê firotin. Hûn dikarin civakê carekê bi derewên xwe bidin bawerkirin. Êdî hûn nikarin civakê bixapînin. Hê jî ev dane ne ewle ne. Lê tabloya ku hatiye aşkerakirin jî nîşan dide ku rewş çiqaa tirsnak e. Gelo fatoreya vê derewê çî ye? Fatoreya vê derewê tenduristiya gel e. Difikirin ku berpirsyartiyê bikin sitiyê wezîrekî û xwe ji jê fêhil bikin.  Em ji vê bawer nakin. Bi mezinbûna rêwitiya heqîqetê re desthilat dihele û têk diçe.”   HIŞYARIYA DEREWÊN DESTHILATÊ   Sancar, destnîşan kir ku desthilat derewên xwe di bin navê “berjewendiyên neteweyî” de vedişêre û ev bang li muxalefetê kir: “Êdî ew dema ku gava berjewendiyên neteweyî tê gotin av diçikê û mirov bêdeng dibin çû. Êdî ew deme tuneye. Çima tuney? Lewre rêwiyên heqîqetê bi wêrekî têkoşîna xwe didomînin. Serkêşiya rêwitiya heqîqetê HDP’ê dike. Bedêla vê rêwitiyê gelê kurd dide. Ev bedêl vala nayên dayîn. Wê HDP qet paşde gav navêje û gelê kurd qet dev ji têkoşînê bernede. Em bang li wan kesên ku dema qala berjewendiyên neteweyî tê kirin xwe li pişt desthilatê vedişêrin dikin û dibêjin êdî ders derxin. Heke di vir de derewa berjewendiyên neteweyî bê bikaranîn, wê vê têgehê ji bo veşartina hin dereweyên xwe yên din jî bi kar bînin. Êdî şiyar bibin. Heke em van derewên wan têk bibin em ê polîtîkayên wan ên şer û talanê vala derbixin.”