5 kes li Mêrdînê hatin berdan 2020-11-29 20:45:13   MÊRDÎN – Hevserokê Navçeya Qoserê yê DBP’ê Mahmût Damar jî di nav de 5 kesên ku rojeke berê li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan.         Hevserokê Navçeya Qoserê yê DBP’ê Mahmût Damar jî di nav de 5 kesên ku di 27’ê mijdarê de li Mêrdînê hatibûn binçavkirin, piştî gotinên girtinên wan ên li miduriyeta polisan sewqî edliyeyê hatin kirin.Damar û her çar kesên pê re li dozgeriyê bi daxwaza şertê kontrola edlî sewqî dadgeriyê hatin kirin. Her pênç kesên ku sewqî dadgeriyê hatin kirin bi şertê kontrola edlî hatin berdan.