Li Siwêregê şerê çekdarî: 2 kesan jiyana xwe ji dest da 2020-11-29 18:57:39   RIHA – Li gundekî Siwêregê di navbera 2 malbatan de pevçûn derket û di pevçûnê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da.          Li mezraya Şêxcafer a gundê Başbûkê yê navçeya Siwêregê ya Rihayê, di navbera 2 malbatan de li ser erdan pevçûneke çekdarî derket. Di pevçûnê de welatiyên bi navê Kûtbîzade Yaygin û Haci Turk jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin ku pevçûnê de kesên ku birîndar jî bûne hene.