Gardiyanan li Kandirayê bi ser hucreyên çalakgerên jin de girtin 2020-11-29 16:33:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Gardiyanan li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Kandira bi ser hucreyên siyasetmedarên jin ên Kurd ku li dijî tecrîdê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn de girtin. Gariyan û eskeran hemû amûr û nîşenêyên wan ên nivîskî desteser kirin.    Gardiyan û eskeran li Girtîgegeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Kandira ya Kocaeliyê bi ser hucreyên jinên kurd ên siyasetmedar, ku li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kirine de girtin. Gardiyan û eskeran bi saetan li hucreyan lêgerîn kirin û hemû amûr û nîşeyên wan ên nivîskî desteser kirin. Piştî ku Parlamentera HDP'ê ya Amedê ya berê Çaglar Demirel dest bi greva birçîbûnê kir, gardiyanan bi ser hucreya jinên girtî de girtin.    PÊNÛS Û NÎŞE DESTESER KIRIN   Hevşaredara Dersimê ya berê Nurhayat Altun, duh bi rêya telefonê agahî da malbata xwe û diyar kir ku peyvirdarên girtîgehê bi ser hucreyên Çaglar Demirel û hucreyên Hevseroka Gişti ya HDP'ê Figen Yüksekdag, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratik (DBP) Sebahat Tuncel, Hevşaredara Amedê Gulten Kişanak û hucreyên gelek siyasetmedarên Kurd de girtin. Nûrhayat Altun, bi rêya malbatê agahî da û diyar kir ku di sertegirtinê de belge û nîşeyên girtiyan ên nivîski, pênûs, lênûsk û pirtûkên wan tev desteser kirine. Altun, bi ser hucreyên siyasetmedarên ku dadgeha bilind dosyayên wan xera kirine de girtine û bi vê serdegirtinê dixwazin delîlan kom bikin.    GIRTIYAN XWESTIN BIÇIN ÎMRALIYÊ   Li aliyê din girtiyên siyasî ji bo biçin girtîgeha Ewlehiya Bilnd a Îmraliyê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê girtiye sewqa xwe xwestine. Girtiyên PKK û PAJK di 27'ê mijdarêde bi armanca tecrîd û binpêkirina mafan şermezar bike dest bi çalakiya bêdem û bêdorveger a 5 rojan kiribûn. Piştî Parlamentera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demirel dest bi grevê kir û şûnde peyvirdarê girtîgehê bi ser hucreyan de girtin.