Taşdemîr: Berxwedasna kurdan AKP kir nava krîzek kûr 2020-11-29 16:01:34 STENBOL - Parlamentera HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, di civîna gel a ji aliyê Rêxistina Partiyê ya Esenyûrtê ve hat lidarxstin de, axivî û got: "Berxwedana kurdan AKP kir nava krîzek kûr."   Li Stenbolê, Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Esenyûrtê, di çarçoveya kampanyeya "Li dijî faşîzmê berxwedan, ji gelan re demokrasî û edalet" de, civîna gel li dar xist. Civîn li saloneke dawetê hat lidarexistn. Parlamentera HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Hevseroka Bajêr Elîf Bûlût, endamên MYK û PM'ê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên rêxistina civaka sivîl û bi sedan kes beşdarî civînê bûn.    Pankartên "Li dijî tundiya dewlet zilam têkoşîn", "Heya dawiya bi rihê ciwan li ber xwe dayîn" û "Em ê di berxwedanê de bi biryar bin, di aştiyê de bi israr bin" bi salona civînê ve hatin kirin.    Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Elîf Bûlût, di civînê de axivî û ev nirxandin kir: "Dixwazin tifaqa faşîst bi hêz bikin. Ji ber vê mafya girtine gel xwe. Pergala hiqûqê tune kirin. Qanûna Bingehîn tune hesibandin. Lêgerînên edaletê pişt guh kirin. Em li dijî vê tabloya xirab a AKP û MHP'ê ava kiriye têdikoşin. Bê agahî bi ser avahiyên partiya me de girtin. Hevalên me îşkence kirin. Binçav kirin û girtin. Li dijî van hemûyan emê weke HDP'ê her tim tifaqa demokratîk bi hêz bikin û rêya xwe dewam bikin. Emê ji vir û şûnde bi van civînên wiha bernameya çalakiyên xwe bi hêz bikin."   AKP TÊK DIÇE   Dûre Parlamentera HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, di civînê de axivî û bal kişand ser berxwedana gelê kurd. Taşdemîr, "Plana Hilweşandinê" bi bîr xist û wiha got: "Di rewşa heyî de AKP bi xwe hilweliya. Ji ber berxwedan û têkoşîna gelê kurd AKP ketiye nava krîzek kûr. Bi dijberiya gelê kurd dixwazin meqamên xwe bi parêzin. Lê di rastiyê me bi wan daye windakirin û em ê carek din bi wan bidin windakirin. Ji ber vê em ê bi hemû beşên demokratîk re xwe bikin yek û têkoşîna bi rêxistin bikin."   Civîn dûre li çapemeniyê girtî dewam kir.