Uçar a testa wê pozitif derket hat berdan 2020-11-29 15:17:31   STENBOL - Endama Meclîsa Baweriyan û Gelan a HDK'ê Çigdem Kiliçgul Uçar a 4 roj berê hat binçavkirin, piştî testa wê ya Covît-19 posîtîf derket hat berdan.      Polîsan di 26'e Mijdarê de bi ser mala Endama Meclîsa Baweriyan û Gelan a HDK'ê Çigdem Kiliçgul Uçar de girtin û ew binçav kiribûn. Çigdem Kiliçgul Uçar a 4 roj berê hat binçavkirin, piştî testa wê ya Covît-19 posîtîf derket hat berdan. Çigdem Kiliçgul Uçar piştî hat binçavkirin vîrûsa corona gihişt wê. Piştî bertek zêde bûn Uçar, serbest hat berdan. Ewil Uçar sewqî Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê kirin. Piştî Uçar îfade da dozgeriyê, dozger jî ew bi şertê kontrola edlî serbest berda.