Li Şirnexê berteka li dijî binçavkirinan 2020-11-29 14:49:04 ŞIRNEX - Parlamenterê HDP'ê Hasan Ozguneş, diyar kir ku girtin û binçavkirin li Şirnexê bûne awayekê ji rêzê û got: "Wê nekarin bi van pêkanînan encam bigirin.   Li Şirnexê, Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Sîlopiyê, derbarê binçavkirin û girtinên li bajêr zêdebûne, daxuyanî da çapemeniyê.Parlementerên HDP'ê yên Şirnexê Nuran Îmîr, Hasan Ozgûneş, Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, rêxistinên HDP'ê yên navend û navçe tevlî bûn. Daxuyanî ji aliyê parlementerê HDP'ê Hasan Ozgûneş ve hat dayîn.    'BINÇAV Û GIRTIN ÊDÎ RÛTÎN BÛNE'   Ozgunes, anî ziman li Tirkiyeyê serdegirtina malan bûye kareke rûtîn û wiha axivî: "Binçavkirin û girtinên li dijî partiya me, êdî rûtîn bûne. Ev tê vê wateyê ku pratîkên xwe yên faşîzanei seranserî Tirkiyeyê belav bikin û li civaka Tirkiyeyê vê yekê bidin qebûl kirin. Li seranserê Tirkiyeyê her roj, her seat li dijî partiya me binçavkirinan pêk tînin. Ev pêkanîne têgihiştina marjînalbûnê ye. Bi Van êrîşan dixwazin ku qada siyaseta me û xebatên me teng bikin."   'HDP CÛDÎ, GABAR Û HEREKOL E'   Ozgûneş, diyar kir ku tu êrîş nikarin HDP'ê xelas bikin û got: "Bi girtinan, binçavkirinan ne mimkûn e ku encam bigirin. HDP weke Çiyayê Herekol, Çiyayê Cûdî, Çiyayê Gabar û çiyayên Kurdistanê bi hêz e. Tu kes dê nekarîbe bi girtinan û reşkirina xelas bike.Hûn dikarin bi tirsek bi zinarekî bixin, lê devê bivir dişikîne, çiya û zinar di cîh de dimînin. HDP zinar e, tişta şikestî hişmendiya AKP û MHP'ê ye. Em ê di demek nêz de wê bişînin. Çawa ku îro tu kes Çîler û Kenan Evren bibîrnaane, wê kes we jî bibîrne îne."