Sancar: Pirsgirêk bi înkarê çareser nabe 2020-11-29 14:19:42   MÊRDÎN - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mithat Sancar, bertek nîşanî daxuyaniyên Serokê AKP'ê û Serokomar Erdogan ên ku pirsgirêka Kurd înkar dike da û got: “Îqtîdarek bi înkara pirsgirêka Kurd, bi şer û tundiyê nikare pirsgirêkê çareser bike. Berî her tiştî ew ê belav bibe."    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Mêrdînê bi nûnerên rêxistinên civakî û gel re civînek pêk anî. Di civînê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mithat Sancar jî amade bû. Sancar di civînê de polîtîkayên AKP'ê rexne kir û wiha got: "Hem û çavkaniyên ku AKP pişta xwe dide wê têk çûn. Her ku îqtîdar hildiweşe bêtir zerarê dide gel û civakê. Sedama têkçûnê nêzîkatiya hikûmet û îqtîdarê ya pirsgirêka Kurd e. Hêj çend roj berê bû Serokomar Erdogan got 'Pirsgirêka Kurt tune ye'. Lê me Serokên ku gotin ‘Ez pirsgirêka Kurd nas dikim' jî dîtin. Lê hemû piştre rê guhertin. Hemû kesên rê guhertin di wê rêyê de winda bûn. Di wê rêya înkarê de hem ew 3u hem jî partiya wan têk çûn. Li vî welatî eger partiyek bi rêya înkar, tundî û şer hewl bide pirsgirêka Kurd çareser bike, berî her tiştî ew jî perçe dibe û têk diçe. Polîtikayên vê îqtîdarê ne nû ne. Rêbazên 40 sal berê berdewam dikin. "      Sancar, anî ziman ku li Mêrdînê di salên 1980 û 1990’an de gel zilmek mezin dît û wiha axivî: "Gelê Kurd li ser piyan e. Gel her tim rûmet û azadiya xwe parast. Ew qas neheqî û zilm tev şand ser sergoyê dîrokê. Gel her tim li dijî zilmê têkoşiya û ber bi ronahiya dîrokê ve meşiya. Em her roj bi operasyonan hişyar dibin. lê em tu carî dest ji têkoşîna xwe bernadin. Ya me têkoşîna haysiyet û rûmetê ye. Ji ber vê yekê ne pêkan e zext me têk bibin. Gelê Kurd tu çarî dest tekoşîna xwe û doza xwe bernadin."     PIŞTÎ REFORMÊ NÊZÎ 100 HEZAR BINÇAV KIRIN   Sancar, bal kişand ser gotina “Reform”ê û wiha lê zêde kir: "Piştî daxuyaniyên 'Reformê' nêzî hezar kesan hatin binçavkirin. Îqtîdara ku zext û tundiyê dike, dema ku qala reformê kir divê hûn bifikirin. Çi çara qala reformê kiriye zext zêde bûye. Ger ku li vî welatî mirov demokrasî û azadiyê dixwaze divê bêtir xwe bi rêxistin bike. Divê em bêtir xwe bi hêz bikin. Divê em HDP yek mezintir ava bikin. Li cihê ku gelê Kurd ne aktor be, li wir çareserî, aştî û demokrasî pêş nakeve. "   Sancar, herî dawî qala qeyûmên tayînî şaredariyan jî kiriye kir û wiha got: "Qeyûm qespa vîna gel e. Dîsa li Başurê Kurdistanê rageşiyek heye. Ji bo ev rageşî derbasî şer nebe em têdikoşin.