Di bin dorpêça polisan de çalakiyên 25’ê Mijdarê: Dema meşa ber bi azadiyê ve ye 2020-11-25 16:51:36 NAVENDA NÛÇEYAN – Li Qoserê, li ser navê jinên ku li gel astengiya polisan jî meşiyan Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz axivî û diyar kir ku dema meşa ber bi azadiyê ve ye û ev tişt got: “Em ê destûr nedin ku kes qedera me diyar bike.” Li Êlihê jî jinên ku meşa wan hat astengkirin zincîra mirovan çêkirin.   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP’ê bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Ser Jinan li navçeya Qoserê ya Mêrdînê meşek girseyî li dar xistin. Meş ji aliyê polîsan ve hat astenkirin û destûra hilgirtina pankartan nehat dayîn. Rexmê hemu astengiyan jin ji parka Mehmet Sîncar ber bi avahiya HDP'ê ya navçeyê ve meşiyan. Di meşê de pankartên “Jin Jiyan Azadî, Mêr dikuje dewlet diparêze, Ji tundiya tewletê re na, Ji qirkirina xwezayê re na, ji Tecavuzê re na û Şideta li jinê xiyanet e” hatin hilgirtin û diruşmên “Jin Jiyan Azadî,” hatin berzkirin.   ‘JIN JI HEMÛ TUNDIYAN RE DIBEJIN NA’   Çalekvanan meşa xwe li ber deriyê avahiya HDP'ê bi dawî kirin û daxuyaniyî dan .Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz di daxuyaniyê de axivî. Aydenîz, di destpêka axaftgina xwe de bal kişand ser astenga polîsan û wiha got:"Em li hemberî tundiyê li vir kom bun lê bi dehan maşîne û polîsan dora me girtin. Li şuna ku li hemberî tundiyê bibin asteng ji kombuna jinan re dibin asteng. Ev ji cureyek yê tundiyê ye. Ji ber ku dizanin ger jin kom bibin dengê xwe derxin wê civak azad bibe û ji wan re jî ev cih wê teng bibe. Hun dibînin jin îro li vir li hemberî hişmendiya we ya zayendperest, nîjad perest, li hemberî tecavuzên we, li hemberî tundiya we li hember kiryarên we serî radikin û dibêjin êdî bese.”   ‘HÎNA HIŞMENDIYA HIKÛMETÊ HEMAN E’   Aydenîz, wiha berdewam kir: “Di ser qetilkirina xuşkên Mîrabal re 60 sal derbaz dibe û hîna ew hişmendiya tecawuzkar û zayendperest ne hatiye guhertin. Li cihekî ku di nava rojê de herî kêm 5 jin tên qetilkirin, qala reformê, wekheviyê û aşitiyê dikin. Ger li cihekî her roj tundî, qirkirin, tecavuz werin kirin û ger her roj li hemberî siyasetê êrişek were kirin tê wateya ku wê îqtidarê paya xwe ji demokrasiyê negirtiye. Gulîstan Doku hat wendakirin, kiryarên buyerê diyar bûn lê li şuna wan xuşka Gulîstan Doku hate girtin.”   Aydenîz, got ku rêxistina jinên kurd mîraseke ya têkoşînê ji wan re hiştiye, ew têkoşîna wan didin berdewam kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me tucarî têkoşîna xwe nîvco nehiştiye. Ji ber ku em xwedî mîraseke mezinin. Li girtîgehan, li kolanan, li her qadana em ê têbikoşin.”   Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.   DI BIN DORPÊÇA POLISAN DE ZINCÎRA MIROVAN   Li Êlihê jî jin bi pêşengiya TJA’yê li Kolana Gulistanê li hev civiyan. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, parlamenterên HDP’ê Feleknas Ûca, Nûran Îmîr, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin û rêveberên jin ên HDP’ê tevlî çalakiyê bûn. Beriya meşê jinan li erbaneyan dan. Di çalakiyê de dovîzên mîna "Ne rojek tene, her roj berxwedane", "Ji çanda tecavuze re na", "Jin azad nebe civak azad nabe", "Biji berxwedana jinan" hatin hilgirtin û dûrişmeyên mîna "Jin jiyan azadi", " biji berxwedana jinan", "Jin şer naxwazin aşitiyê dixwazin" hatin berzkirin.   BI HINCETA PANDEMIYÊ POLISAN MEŞÊ QEDEXE KIR   Polisen ku ji avahiya HDP’ê heta Kolana Gulistanê bergiriyan girtibûn, angaşt kirin ku Walîtiya Êlihê ji ber vîrûsa koronayê meşan qedexe kiriye û destûr nedan ku meş bê lidarxistin. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, di kêliyê de axivî û diyar kir ku li dijî tundiya li ser jinê derketine qadan û wiha got: “Niha parlamenterên me muzakere dikin. Dora me hatiye dorpêçkirin. Ji jinan ditirsin. Em jî dibêjin ku em nîvê dinyayê ne. Me dinyayê ava kiriye. Ji me netirsin. Li cihê ku jin hebin aştî li wir heye. Destê xwe ji jinan vekişînin. Îşkenceya li jinan bi dawî bikim, dest dirêjî jinan nekin. Em li dijî van nêzikbûnên we serî hil didin. Qet qebûl nakin.”   Ji ber ku polisan destûr neda meşê jinan li Kolana Gulistanê zincîra mirovan ava kirin. Piştî avakirina zincîra mirovan parlamenter Ûca û Îmîr jî axaftin kirin û di axaftinên xwe de bal kişandin ser têkoşîna jinan a li hemberî tundiya li ser wan.   Dûre jinan bi dûrişm, tilîlî û çepikan çalakiya xwe bi dawî kirin.