Li Kobanê 25'ê Mijdarê: Têkoşîna me her roj li dijî tuneyê ye 2020-11-25 16:48:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kobanê jin bi boneta 25'ê Mijdarê daketin qadan. Esma El Kino li ser navê jinan axivî û got: "Heya ku tundiya li dijî jinan bi dawî bibe emê têbikoşin. Em hemû rojên xwe, weke roja têkoşînê ya li dijî tundiyê îlan dikin."   Li navçeya Sirrîn a girêdayî bajarê Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jinan bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan daxuyanî dan çepemeniyê. Daxuyanî li ber Kavîs a ketina navçeyê de hat lidarxistin. Sazî û dezgehên girêdayî Kongreya Star, rêveber û endamên Meclîsê, Rêxistinên Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Sara, Mala Jinê, Yekitiya Jinan, xebatkarên Jineolojiyê û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn.    Di daxuyaniyê de wêneyên hersê xwîşkên Mîrabal, Sakîna Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Doxan, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Uyar, Hevrîn Xelef, Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl, alên Kongreya Star û pankertên bi nivîsa "Ji dagirkerî û qirkirinê re na, em ê jin û jiyanê biparêzin" hatin hilgirtin. Daxuyanî ji aliyê Endama Kongreya Star a bajarokê Sirînê Esma El- Kino ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   "Di serî de em wek tevgera jinê vê rojê silav dikin, bi salane jin rastî tundiyê tên û heta roja îro jî yên ku zor û zehmetiyê dibînin jin in. Ji ber kevneşopiyên civakê û hişmendiya mêrê serdest êdî bi rengekî kilasîk li jinê tê mêze kirin. Dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê dixwazin vîna jina têkoşer û berxwedêr tune bikin, kîjan jin dibe serkêş ew jin dibe armanca êrîşên dewleta tirk û dewletên ku naxwazin jin serî hildin.    Bi  hêza rêxistina jinan û têkoşîna ku bi salane jin didin meşandin, îro bi saya wê jin bûn e xwedî nasname û bi vîna xwe kar û xebatê didin meşand û ya ku niha civakê bi rêve dibe jine. Îro bi deh hezaran jin xeta hersê xwîşkên Mîrabal didin meşandin û têkoşîna wan bilin dikin. Em ê weke rêxistina jinê heta dawiyê li dijî tundiyê li ber xwe bidin û em ê hemû rojên xwe bikin roja têkoşîna li dijî tundiya jinê."   Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" û "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.