Welatiya li ber HDP'ê hat binçavkirin hat berdan 2020-11-25 16:45:37 AMED - Suna Balta ya bi êrîşa koma malbatên li pêş avahiya HDP'ê nobetê digirin re rû bi rû ma û piştre polîsan ew binçav kir, serbest hat berdan.  Koma malbatên ku îdîa dikin Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amede zarokên wan şandine çiye û zêdeyî salekê ye li ber avahiya HDP'ê nobetê digirin, kî dikeve ber wan êrîşî wan dikin. Duh dîsa dema welatî Suna Balta çû avahiya HDP'ê êrîşî Suna Balta kirin. Balta ku bi êrîşa komê re rû bi rû ma, polîsan li gel vê yekê ew binçav kirin. Polîsan Balta binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Piştî îfadeya Balta girtin, ew serbest berdan.    Balta, di îfadeya xwe ya li midûriyeta polîsan de got "Koma li ber avahiya HDP'ê rûniştine li min heqaret kirine" û li komê gilî kir.