Parêzer Nûçegîhanê MA'yê Karataş ê di bin çavan de ziyaret kir 2020-11-25 16:09:33 ERZIROM - Parêzer Nûçegîhanê Ajansa me ya Mezopotamay (MA) Dîndar Karataş ê ku duh hatibû binçavkirin û biribûn Erziromê, li Miduriyeta Polîsan a Erziromê ziyaret kir. Parêzer diyar kir ku tenduristiya Karataş baş e.   Duh polîsên Wanê bi ser mala Nûçegîhanê Ajansa me ya Mezopotamay (MA) Dîndar Karataş de girtibûn û piştî lêgerînê binçav kiribûn. Piştî binçavkirina Karataş bi ser buroya MA'yê ya Wanê de jî girtibûn û kompîtûr desteser kiribûn. Li ser daxwaza dozgeriya Komarê ya Erziromê Dîndar Karataş birin Erziromê û niha li Midûriyeta Polîsan a Erziromê tê ragirtin. Dindar Karataş, îro bi parêzerê xwe re hevdîtin kir û diyar kir ku tenduristiya wî baş e. Karataş, bi rêya parêzer ji bo hemû kesên piştgirî dabûn wî re spas kir.    Karataş, li ser lêpirsîna Dozgerê Komarê yê Erziromê hatibû binçavkirin. Nayê zanîn ku dozger kengî îfadeya Karataş bigire. Ragirtina Karataş a li Midûriyetea Polîsan a Erziromê didome