Rapora girtîgehan a 3 mehan: Îşkence, tecrît, vîrûs.. 2020-11-25 15:57:17 AMED - OHD’ê derbarê îhlalên mafan yên girtîhan de diyar kir hikumetê vedixwînin ku derbarê avakirina mekanizmaya venêrînê de demildest xebatan bidin destpêkirin û Wezareta Dadê û Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclîsê pêywîra xwe bicih bînin. Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Amedê derbarê binpêkirina mafan a li girtîgehên Amed û Xarpêt ên Kampus, Meletî, Elbîstan, Şirnex, Mêrdîn, Riha, Erzîngan û Dîlokê de li ber Girtîgehên Kampus ên Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Parlementerên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosûn, Dersîm Dag, endam û rêveberên HDP’ê yên bajêr, Yenîşehîr û Peyasê, Hevserokê Giştî yê OHD’ê Bunyamîn Şeker, endam û rêveberên MEBYA-DER, MED TUHAD-FED, Komeleya 78’an, TUAY-DER û OHD’ê û malbatên girtiyan beşdar bûn. Daxuyaniya ku di çarçoveya serdana girtîgehan a heyetên Şaxên OHD’ê yên Amed, Riha û nunertiyên OHD’ê yên Mêrdîn û Şirnexê û Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) a Amedê pêkhat de, rêveberê  OHD’ê Parêzer Muhîttîn Mûgûç xwend.   ‘ÎHLALÊN MAFAN ZÊDETIR BÛNE’    Mûgûç, bal kişand ser îhlalên mafan ên li girtîgehan û wiha got: “Di çarçoveya seredana heyetên komeleya me û yên TUAY-DER’ê de hevdîtin bi girtiyan re hat kirin û gelek îhlalên mafan yên ku tên jiyîn hatin tespît kirin. Li hemberî îhlalên mafan, hevdîtinên ku girtiyan bi rayedarên girtîgehan re kirin tu encam negirtine û îhlalên mafan zêdetir bûne. Derbarê pandemiyê de tedbîrên Wezareta Dadê ya girtîgehan kêm ma û li gelek girtîgehan girtiyan jiyana xwe ji dest dan.”   Mûgûç, bibîrxist ku CPT’ê di raporên xwe de bang li Wezareta Dadê kiriye ku di çarçoveya tedbîrên pandemiyê de hejmara girtiyan kêm bikin lê Wezaretê bi tedbîran mafê hevdîtinê yê girtiyan bi sînor kir û wiha got: “Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan bang li Tirkiyeyê kir ku girtiyên nexweş di bin rîskeke mezin de ne. Lê bi vê yekê re jî bi Qanûna Înfazê girtiyên siyasî derveyî efûyê hiştin û derveyî rêgeza wekheviyê tevgeriyan mafê jiyanê yê girtiyan berçav negirtin.”   TESPÎT Û PÊŞNÎYAR   Mûgûç, di çarçoveya serdanan de tespît û pêşniyarên xwe wiha rêz kir:    “* Hat diyar kirin ku 31 girtî li Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê bi vîrusa coronayê ketine. Destpêkê Mustafa Reşît û Yalçin Aslan pê ketine lê ne wergirtine karantînayê, di odeyên xwe de mane. Ji ber vê yekê vîrus gelek girtî bi vîrusê ketine. Muhammet Emîr ê Efrînî di 28’ê Îlonê de ji ber pirsgirêka danûstendina bêhnê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Elbîstanê lê ji ber ku tendurîstvanên li wê derê baş lê nenêriye û tetkîkên wî nekirine tenê EKG kişandine û girtî şandine girtîgehê. Emîr ji ber nexweşiya vîrusa coronayê 3 caran rakirine nexweşxaneyê. Girtiyan diyar kir ku di 2’yê Cotmehê de agahiya mirina Emîr girtine.   * Hat diyar kirin ku li hemû girtîgehan ji destpêka pêvajoya pandemiyê heta niha tedawiya girtiyan nayê kirinê û nikarin bigihin mafê xwe yê tenduristiyê. Ji ber vê yekê rewşa girtiyên nexweş nebaştir dibe û girtiyên ne nexweş jî nexweş dibin   * Hat diyar kirin ku li girtîgehan rojnameyên ku girtî dixwazin nadin wan û pêkanîna dest danîna nameyan û neşandina wan heye. Kargoyan an nadin an jî gelek dereng didin. Di hemû hevdîtinan de girtiyan anîn ziman ku tiştên li kantînan biha ne û malzemeyên paqijiyê bê pere nadin wan. Aktivîteyên civakî bi temamî rakirine. Di vê çarçoveyê de girtiyan diyar kir ku bi temamî di tecrîdê de ne.   * Divê derbarê pirsgirêkên li girtîgehan tên jiyîn de serîlêdanên pêwîst li saziyên netewî û navnetewî were kirin.   *Divê şertên tedawiyê yên girtiyên nexweş demildest pêk werin.   * Divê dest ji muameleya nebaş û îşkenceya li girtiyan tê kirin berdin û derbarê kesên derveyî hiqûqê tevdigerin mekanîzmaya lêpîrsînê bidin meşandin.   * Divê ji mafê girtiyan yê mahremiyetê re rêz were girtin û qemereyên ku qadên mahremê yên girtiyan nîşan didin derhal werin rakirin.   * Divê aktîvîteyên çandî û civakî şert û mercên pêwîst werin peyda kirin.   * Divê ji bo cihekî bi tendurîst malzemeyên paqijiyê bê pere bidin girtiyan û derbarê paqijiyê û tenduristiyê de tîtîz tevbigerin.   *Divê derbarê mûameleyên derveyî hiqûqê yên rayedarên girtîgehê de venêrîneke darazî û îdarî were avakirin.   * Divê tedbîrên li girtîgehan ên pandemiyê werin zêdekirin. Di vê çarçoveyê de divê ewil girtîgeh werin paqijkirin û gardiyan li gor qûralan tevbigerin.   * Divê heyeteke ku ji parlementer û nûnerên Baroyan pêk were li gor tedbîrên pandemiyê biçin seredana girtîgehan û pêvajoya tê jiyîn di cih de bibînin.”   ‘BILA WEZARET Û MECLÎS PEYWÎRA XWE BI CIH BÎNIN’   Mûgûç, destnîşan kir hikumetê vedixwînin ku derbarê avakirina mekanizmaya venêrînê de demildest xebatan bidin destpêkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li dijî îhlalên mafan yên li girtîgehan em Wezareta Dadê û Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclîsê vedixwînin ku pêywîra xwe bicih bînin.”    Daxuyanî bi dirûşma “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” bi dawî bû. OHD’ê derbarê îhlalên girtîgehan de raporeke berfireh bi nivîskî ji çapemeniyê re parve kir.