Kongreya MSD'ê: Em ji bo yekitiyê hewl didin 2020-11-25 15:45:18 HESEKÊ - Meclîsa Sûriyeyâ Demokratîk (MSD) bi tevlîbûna nûnerên gel, kongreya xwe li dar xist. Hevserokên MSD'ê Emîne Omer û û Riyad Derar, di kongreyê de axivî û gotin: "Ji bo yekitiya Sûriyeyê, di nava tevgerê dene. Ji bo vê em banga xebatek hevpar li her kesî dikin." Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 1'emîn kongreya xwe li dar xist. Kongre bi dirûşmeya "Mîsogerkirina welatîbûn û mafê hemû pêkhateyên Sûriyeke yekbûyî, xurtkirina rihê komînal a di saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û pêşxistina Rêveberiyên Xweser û Rêveberiyên Sivîl” pêk hat. Ji herêmên Cizîr û Firatê nûnerên gelek gelan beşdarî kongreyê bûn.    Piştî axaftina vekirinê ya kongreyê, Hevseroka Meclisa Sûriya Demokartîk (MSD) Emîne Omer axivî û bal kişand ser girîngiya kongreyê.    Emîne, di dewama axaftina xwe de wiha got: "Em kongreya xwe di mercên zehmet û ne ji rêzê de li dar dixin. Em hêvî dikin ku ev kongre di xebatên guhertina demokratîk a Sûriyê de, destpêkeke baş be û wek MSD em di çareseriya siyasî de roleke aktîf bilîzin.Me hewl da em diyaloga hundirîn bi gelek aliyên sûrî re bi pêş bixin, em bi wan re gihîştin lihevkirinên bingehîn ên girêdayî Sûriya pêşerojê. Me di demên dawîn de li gelek bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzepanel li dar xistin da ku em nêrîn û pêşniyarên ji bo mîsogerkirina îstiqrarê li herêmê, pêşxistina xebatên rêveberiyê, xurtkirina hêmanên parastinê û mayîndekirina aştiyê di nava şêniyên herêmê yên ji hemû pêkhateyan de, kom bikin. Beşdarên wan panelan nêrînên xwe bi zelalî parve kirin û rexneyên xwe bi rihê berpirsyarî û welatparêziyê anîn ziman. Her wiha pêşniyarên girîng ji bo lidarxistina vê kongreyê pêşkêş kirin.”   XETERÎ HÎS KIRIN   Emîne, diyar kir ku tevgera gelê Sûriyê ku Adara 2011`an dest pê kir rastî gelek xetere û astengiyên ji aliyê desthilata zordar ve hat û wiha dewam kir: “Rejîma Sûriye gihand rewşeke bi tehlûke, ji ber wê bi sed hezaran welatiyên Sûriyê jiyana xwe ji dest da, bi milyonan koçber bûn, bi deh hezaran hatin binçavkirin û Sûriye kir navenda şerê dewletên herêmî û dagirker û bû navenda komkirina çeteyên ku ji bo berjewendiya ajandeyên derve kar dikin.”   Emîne her wiha destnîşan kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji roja yekemîn a tevgera gel vê xetereya heyî hîs kir û rê li ber fitneyê girt ku rejîmê û gelek hêzên derve hewl da derxin û wiha domand: "Lê belê şêniyên herêmê Rêveberiyên Sivîl û Rêveberiyên Xweser damzirandin û Hêzên Sûriya Demokratîk ava kirin ku tevî hêzên Koalîsyonê cîhan ji terora çeteyên DAIŞ`ê xilas kir.”   Emîne baweriya xwe bi rêvebeiryê nîşan da ku ji beriya 7 salan ve hate avakirin, qonaxên herî zehmet derbas kirin, li dijî êrişên herî hovane yên dewleta Tirk a dagirker sekinî û bi keda ciwanên xwe bi pêş ket.   ARMANCA MSD`Ê   Hevseroka MSD`ê daxuyand ku ji destpêka damezirandina MSD`ê ve hewl dide xwe bigihîne çareseriya siyasî ya li ser esasê diyaloga Sûrî-Sûrî û pîvanên guhertin û veguhertina demokratîk ber bi Sûriyeke pirreng, nenavendî û mafên hemû pêkhate, ol, netewe û etnîkan mîsoger dike.   Emîne wiha lê zêde kir: “Em ji vê derê dibêjin ku em ji diyaloga bi hemû aliyên Sûriyê re vekirî ne, da ku em bigihînin lihevkirinên ku welata me û gelê me ji keraseta mezin rizgar dike. Me bi hev re qonaxên zehmet bi tunekirina çeteyên DAIŞ`ê di aliyê leşkerî de derbas kir. Em ê têkoşîna li dijî zihniyeta terorê û zordariyê berdewam bikin û li dijî komployên ku li ser Sûriyên tên sazkirin wekî projeyên parçekirin, dagirkerî û guhertina demografiyê, bisekinin. Em ê pîvanên demokratîk, edaleta civakî û mafên jinan misoger bikin, Rêveberiya Xweser bi rihê komînal xurt bikin, xebatên saziyan pêş bixin, rê li gendeliyê bigirin, rihê berpirsiyariyê, hesabxwestinê xurt bikin û edalet û qanûnê pêk bînin. Ji bo pêşxistin û berfirekirina xebatên rêveberiyê û dewlemendkirina xebatên dîplomatîk û siyasî û bidestxistina encamên ku dikevin xizmeta şêniyan, di vê kongreya xwe de em ê hewl bidin gibihînin biryarên girîng û startejîk.”   Hevseroka MSD`ê Emîne Omer di dawiya axaftina xwe de bang li beşdaran kir û got: “Em bi hev re bi rihekî berpisyar û îradeyeke azad tev bigerin. Em layiqî pîrozî û fedakariyên şehîdên xwe bin, sozên me dane wan emê pêk bînin."   Piştî axaftina Hevseroka MSD`ê Emîne Omer, Hevserokê MSD`ê Riyad Derar bi rêya tora Zoomê beşdarî kongreyê bû.   TABLOYEK DEMOKRATÎK   Derar, da zanîn ku kongre weke xalên sereke yên di navbera du qonaxan de tê binavkirin û wiha got: "Qonaxa yekê tecrubeya Rêveberiya Xweser a li herêmê ye, qonaxa duyem jî hewldanên pêşxistin û gihîştina armancên vê rêveberiyê ne, wekî peydakirina ewlehî û îstiqrarê û avakirina binesaziyekê ku xizmeta vê projeyê dike.”    Derar, destnîşan kir ku panelên MSD`ê tabloyeke demokratîk nîşanî hemû beşên civakê da, ji ber ku hemû rêxistinên civakî û di nav de yên ji derveyî Rêveberiya Xweser û saziyên wê beşdarî panelan bûn û wiha domand: “Em rêzdariyê ji nêrînên hemû aliyên muxalîf re digirin û wekî xaleke rêzgirtinê dihesibînin. Divê em hemû bi hev re kar bikin.”   'EM NE BI ZIHNIYETA ZILAM KAR DIKIN'   Derar, diyar kir ku wek Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ew ji bo Sûriyeke yekbûyî kar dikin û wiha pê de çû: “Me ew yek ji hemû aliyên hundirîn û derve, hikumet û muxalîfan jî diyar kir. Em bi opozîsyona rasteqîn ku ji bo Sûriyê kar dike, bawer in. Em piştgiriya wê dikin da ku armancên vê şoreşê pêk bîne û jiyaneke birûmet û azad peyda bike.”   Hevserokê MSD`ê Riyad Derar di dawiyê de teqez kir ku hewldanên wan ên parastina welat û yekitiyê berdewam in û wiha bi dawî kir: "Em dibêjin, em di qonaxa şoreşê de ne. Em hîna bi rihê şoreşê kar dikin, ne bi zîhniyeta dewletê. Em ê bi vê yekê bigihêjin ewlehî û îstiqrarê.”   Kongre bi  nîqaşên cur bi cur dewam dike.