Eskeran karkerên madenê yên dimeşin Enqere asteng kirin 2020-11-25 15:34:19 ENQERE - Eskeran, rêya karkerên madenê yên 87 rojin li ber xwe didin û xwestin bimeşin Enqereyê girt û destûr nedan bimeşin.    Karkerên madenê yên li Navçeya Ermenek a Karamanê ye, nêzî salekê ye nikarin mafê xwe yê tazminatê û meaşê xwe bistînin. Ji ber soz dan karkeran û soza xwe pêk neanîn karkerên madenê 87 rojin çalakiyê li dar dixin. Karkeran îro dîsa xwestin bimeşin Enqere û doza mafê xwe bikin. Karkerên madenê li Qada Güneyyurt a Ermenê kom bûn û xwestin bimeşin Enqereyê. Lê cendirmeyan rêya karkeran girt. Karkeran di çalakiyê de dirûşmeyên “Cendirme rêya me veke, Em tên Enqere" û “Lêxe lêxe binale, Ozbey bila guhdar bike" berz kirin. Piştî eskeran barîkat danîn, karkeran li ber barîkatan çalakiya xwe berdewam kir. Serokê Giştî yê Maden Îş a Serbixwe Tahîr Çetîn, anî ziman ku 87 rojin li vir razan û rabûn û wiha got: "Em ji bo bimeşin enqere em ketin nava tevgerê. Me muzakere çêkir. Gotin emê pirsgirêkê çareser bikin. Lê sozên xwe pêk neanîn. Patron nehati ser maseya muzakereyan. Li gorî zagona 2911’an mafê me yê em bimeşin heye. Divê hûn ne rêya me, rêya patronan bigirin.  Ji ber eskeran meş asteng kir, Tahir Çetîn ji ser xwe çûn. Ji ber ku ambulans tune bû, Çetin, bi maşîna kedkaran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Ermenekê. Piştî Serum li Çetin xistin hat diyarkirin ku rewşa tenduristiya wî baş e.  Çalakiya karkeran li pêş barîkata cendirmeyan didome.