Heyeta KNK’ê hevdîtinên xwe yên li Herêma Kurdistanê didomîne 2020-11-25 15:30:31 NAVENDA NÛÇEYAN – Heyeta Kongreya Nerteweyî ya Kurdistanê ku hevdîtinên xwe yên ji bo rawestandina gengeşiya ku PDK li Herêma Federa ya Kurdistanê belav dike diomîne, li Hewlerê bi Sekreterê Partiya Komunîst a Kurdistanê Dr. Kawe Mehmûd re hevdîtin kir.   Heyeta Kongreya Nerteweyî ya Kurdistanê (KNK) hevdîtinên xwe yên ji bo rawestandina gengeşiya ku PDK li Herêma Federa ya Kurdistanê belav dike. Heyeta KNK’ê li başûrê Kurdistanê bi partiyên siyasî û rêxistinên sivîl re tê gel hev û bi wan re hevdîtinan dike. Heyeta KNK’ê li Hewlerê bi Sekreterê Partiya Komunîst a Kurdistanê Dr. Kawe Mehmûd re hevdîtin kir.   Hat ragihandin ku her du aliyan bal kişandiye serekî îhtîmal û destnîşan kirine ku ji bo pêşî li şerekî navxweyî bê girtin xwestine ku gavên girîng bên avêtin.    Piştî vê hevdîtinê tê payîn ku heyeta KNK’ê bi Serokê Enîya Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr re bê gel hev.