Jin li dijî şidetê gotinên xwe û têkoşîna xwe mezin dikin 2020-11-25 15:13:27 NAVENDA NÛÇEYAN - Sazî û dezgehên jinan di çarçoveya çalakî û şahiyên 25’ê Mijdarê de li dehan navendan daketin qadan, daxuyanî dan çapemeniyê û çalakî li dar xistin. Jinên ku gotin û têkoşîna xwe kirin yek gotin: “Ji bo em xwişkek xwe jî bi tenê nehêlin, em ê vê têkoşînê mezin bikin.”    Îro 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Şîddeta li Beramberî Jinê ye. Li dehen bajêr û navçeyên bakurên Kurdistanê û bajarên Tirkiyê rêxistin û saziyên jinan daxuyanî dan çapemeniyê û çalakî û şahî li dar xistin. Ji Wanê Heta Stenbolê li seranserî Tirkiyê jin daketin qadan û li dijî tundiyê sekinînin û ji tundî û kuştina jinan re gotin na.    AMED    Navenda Şêwirmendî û Pêkanînê ya Mafê Jinan a Baroya Amedê jî li avahiya xizmeta edlî ya baroyê civîna çapemeniyê birêve bir û gelek parêzer beşdarî civînê bûn. Rêvebera Baroyê Bêrîvan Tûran axivî û destnîşan kir ku ew e ê her li dijî tundiyê derkevin û banga têkoşîna tundiya li dijî şidetê li tevahiya civakê kir. Tûran got ew cîhanek ku tundî lê bi dawî bûye û jiyanek wekhev diparêz in û di vî warî de têkoşîna wan a hiqûqî didome.    TUNDÎ POLÎTÎK E   Baskê Jinan a Rêxistina CHP’ê ya Amedê jî li ber avahiya xwe daxuayanî da û jinên CHP’yî di daxuyaniyê de diyar kirin ku tundiya li ser jinan polîtîk e.    RIHA    Platforma Jinan a Bajêr a Rihayê jî bi wesîleya rojê li ber avahiyek navendek kar daxuyanî da çapemeniyê. Gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê rêvebera Sendîkaya SES’ê Selma Ateş xwend û jinan pankart û dovîzan hildan û vekirin. Ateş got ew ê li dijî tundiyê têkoşîna xwe bidomînin.    DERSIM    Endamên Platforma Jinan a Dersimê jî li Meydana Seyît Riza hatin cem hev û bi minasebeta rojê daxuyanî dan çapemeniyê. Jinan pankart û dovîz hildan û dirûşm berz kirin. endama Platformê Fatoş Taşkale daxuyanî xwend û destnîşan kir ku her roj ew bi agahiyên kuştin û tundiya li ser jinan şiyar dibin û ew ê li dijî tundiyê têbikoşin.    Xwişka Gulîstan Dokû ya li Dersimê hatiye windakirin, Aygül Dokû jî da zanîn ku 326 roj in agahî ji xwişka wê nayê girtin û her kî ji windakirina xwişka wê berpirsiyar be dê hesab bide. Dokû anî ziman ku ji roja ewilî ve rayedar zextan li ser wan dikin ku ji bo Gulîstanê daxuyanî nedin û çalakiyan li dar nexin û encama wê çi dibe bila bibe ew ê rojekê Gulîstanê bibînin û yên êşê bi wan didin kişandin dê werin cezakirin.   WAN    Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li Wanê xwest meşek li dar bixe. Polîsan bi hêceta “pandemiyê-koronayê” û “qedexeya çalakî û şahiyan” destûr neda meşê. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Coşkûn û gelek jinên ji bajarên derdorê hatibûn û jinên Wanê beşdarî çalakiyê bûn. Di navbera parlamenter û polîsan de demek dirêj nîqaş dewam kir. Jinan bi berzkirina dirûşman bertek nîşanî destûrnedana çalakiyê dan.    Piştî ku destûr nehat dayîn jinan li ber avahiya HDP’ê daxuyanî dan çapemeniyê. Hevşaredara Bêgirê Leyla Balkan a qeyûm tayînî şûna wê hat kirin daxuyanî xwend û got: “Em ê serê xwe ji polîtîkayên dijmintiya jinan re netewînin. Em ji zilam û hêzên dewletê û desthildariyê natirsin. Em bi vê sekna xwe ya dîrokî serbilind in. Em bi rûmet in, me çong danenî û em serbilind in.”    GUNAY: WÊ RAPERÎNA ME MEZIN BIBE    Pişt re Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay axivî û bertek nîşanî qedexekirina meşa jinan da û got: “Li her cihê em lê ne, em ê raperîna xwe mezin bikin. Em ê ji dest ji têkoşîna xwe bernedin. Em ê li dijî tundiya zilam û dewletê têbikoşin û xwe biparêz in. Wê raperîna me bi gotina ‘em xwe diparêz in’ mezin bibe.”    Piştî axaftinan jinan govend gerand.    ŞIRNEX   Tevgera Jînên Azad (TJA) li Şirnexê bi wesîleya 25’ê Mijdarê li ber avahiya HDP'ê çalakiya “Zincîra Binevşî” li dar xist. Meclîsa Jinên HDP'ê, Meclîsa Dayîkên Aşitiyê, rêxistinên HDP'ê yên navend û navçe beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên jinên ku hatine qetilkirin hatin rakirin. Piştî çalakiya “Zincîra Binevşî” li ser navê jinan aktivîsta TJA'yê Zozan Aksu daxuyanî xwend.    Aksu bal kişand ser wate û girîngiya 25'ê Mijdarê û got: "Ber bi 25’ê Mijdarê ve, TJA di sedsala 21’emîn a jinan de ne ku li dijî dîroka ‘mêrê leheng’ ê fêlbaz, sextekar û qirker ji bo azadiya xwe têdikoşe. Em ê xwe bi rêxistin bikin û li dijî her cûre tundiyê bisekinin. Em bi vê sekna xwe ya dîrokî serbilind in me serî netewand em bi rûmet in, me çok dananî em serbilind in, em ji qanûnên mêrê serdest ku dewlet berhama wî ya zîhnî ye û jinan nas nake, natirsin, serî danaynin, paşde gav navêjin. Em wekî TJA’yê jinên Kurdistan, Tirkiye û cîhanê, di 25’ê Mijdarê de bi gotina jiyan û qad yên me ne, vedixwînin qadên azad ên jinan."   Piştî daxuyaniyê jinan çîroka jinên ku hatine qetilkirin xwendin.    Çalakî bi dirûşma "Em xwe diparêz in" bi dawî bû.   COLEMÊRG     Jinan li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Colemêrgê bi wesîleya 25’ê Mijdarê daxuyanî dan çapemeniyê û pankarta "Em xwe li hemberî zordestîya mêran diparêz in” vekirin. Hevseroka HDP’a Colemêrgê Sîpan Tûran daxuyanî da û bal kişand ser têkoşîna jinên kurd.   SEMSÛR    Platforma Jinan a Bajêr a Semsûrê jî li Parka Demokrasiyê bi wesîleya 25’ê Mijdarê daxuyanî da çapemeniyê. Jinan pankart û dovîz vekirin û wêneyên jinên hatine qetilkirin hildan. Parêzer Aysû Avci daxuyanî xwend. MÊRDÎN Platforma Jinan a Şahmeran a Mêrdînê jî bi boneya 25’ê Mijdarê li avahiya KESK’ê daxuyanî da çapemeniyê. Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar û gelek jin beşdarî civînê bûn. Li ser navê Platformê Derya Dal daxuyanî xwend û diyar kir ku ew li dijî her û cûre tundiyê derdikevin û îqtîdar dixwaze jinan bi tenê bihêle.   STENBOL    Sendîkaya mamosteyan Egîtîm Sen a Jimara 6’an a Şaxa Stenbolê bi wesîleya 25’ê Mijdarê li Meydana Beyazita navçeya Fatîhê daxuyanî da çapemeniyê. Endama Egîtîm Senê Arzû Acar daxuyanî xwend û got: “Li şûna pêşîlêgirtina tundiyê, kiryar tên parastin û jin tune tên hesibandin. Mafên jinan hemû tên desteserkirin. Em ê bênavber û bêwestan serî rakin û qîr bikin. Şidet ne bi tena serê xwe ye di heman demê de polîtîk e. Rêya pêşîlêgirtina tundiyê di terxankirina wekheviya zayenda civakî de derbas dibe.”   JINÊN DÎSK’Ê    Komîsyona Jinan a Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) jî bi heman armancê li ber navenda xwe ya giştî ya li navçeya Beşîktaşa Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê û gelek jin beşdarî çalakiyê bûn. Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû daxuyanî da û diyar kir ku divê jin ji her cûre tundiyê werin azadkirin û daxwazên jinan rêz kir.    ÎZMÎR    Komîsyona Jinan a DÎSK’a Îzmîrê jî bi minasebeta rojê li ber Sumerbanka li navçeya Konakê daxuyanî da çapemeniyê û gelek jin beşdar bûn.    Platforma Jinan a Bûcayê jî li Meydana Bu Çevik Bîr Meydan daxuyanî da çapemeniyê. Endama Platformê Hulya Altin daxuyanî da û got piştî erdhejê barê jinan gelek giran bûye.    Li navçeya Dîkîlî jî jin li Meydana Ataturk kom bûn û diyar kirin ku ew ji bo jinên hatine qetilkirin li qadan û kolanan e û banga têkoşîna li dijî tundiyê kirin.    EDENE   Komîsyona Jinan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Edeneyê jî bi wesîleya rojê li avahiya xwe “Rapora Binpêkirina Mafan a Jinan a Sala 2020 a Edeneyê” bi raya giştî re parve kir. Endama Komîsyonê Baran Oner raporê xwend. Oner diyar kir k udi 10 mehan de ji sedî 37 tundî zêde bûye. Oner got 10 jin li Edeneyê hatine kuştin, 4 jinan întîhar kiriye û 2 jinan jî hewl daye întîhar bikin. Oner da zanîn ku 133 jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatine birîndarkirin û 2 hezar û 138 jin bi gef û heqaretên hevjînên xwe re rûbirû mane, 63 jin bi êrişên zayendî re rûbirû mane û 2 jin jî bi destdirêjiyê re rûbirû mane.    BAROYA EDENEYÊ   Navenda Mafê Jinan a Baroya Edeneyê jî ji bo 25’ê Mijdarê daxuyanî da çapemeniyê û bal kişand ser tundiyê û newekheviya jinan.   Jinên endamê DÎSK’ê jî li Meydana Gençlîk ji bo 25’ê Mijdarê daxuyanî da çapemeniyê û diyar kirin ku ew ê ji bo mafên xwe têbikoşin.    HATAY   Şaxa ÎHD’ê ya Îskenderûnê jî di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Rêvebera ÎHD’ê Ayten Kilinç daxuyanî xwend û got ew ê li dijî tundiyê têkoşîna xwe bidomînin.    Platforma Jinan a Îskenderûnê jî daxuyanî da û berdevka demê ya Platformê Mehtap Sert daxuyanî xwend û destnîşan kir ku tundiya li ser jinan sûcê mirovahiyê ye.    ENQERE    Li Enqereyê Komîsyona Jinan a Navenda Giştî ya ÎHD’ê jî bi wesîleya rojê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen û Nîlay Nayman beşdarî daxuyaniyê bûn û di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di 10 mehên salê de 402 mafên jinan hatine binpêkirin û newekehviya zayendî heye.    KOMÎSYONA JINAN A OHD'Ê   Komîsyona Jinan Komeleya Hiqûqzanên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Enqereyê jî ji bo 25’ê Mijdarê li ser hesabê xwe yê medya civakî bi vîdeoya parve kir balê kişand ser Peymana Stenbolê.    JINÊN BIJÎŞK    Komîsyona Jinan a Odeya Bijîşkan a Enqereyê jî li odeya xwe bi armanca rojê daxuyanî da çapemeniyê û jinên hatin qetilkirin bibîr anîn.