Di salekê de 1841 jinan serî li Tora Tekoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê dan 2020-11-25 15:09:47 AMED - Di salekê de 1841 jinan serî li Tora Tekoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê ku li Amedê xebatên xwe dimeşîne dan. Li Amedê ku 11 jin lê hatin qetilkirin û 15 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan, 657 jinan ji bo hevjinê xwe berdin û 770 jinan jî ji bo mafê parastinê serî li Torê da.     Tora Têkoşîna Li dijî Tundiya li ser Jinê ku li Amedê ji aliyê rêveberên rêxistinên civakî ve hatine avakirin, daneyên salek dawî yên tundiya li dijî jinê pêş ket parve kir. Hevparên Torê rapore li Komeleya Jinan a Rosa bi raya giştî re parve kirin. Rêvebera Komeleya Rosa Ruken Erguneş Ozdemir rapor parve kir. Ozdemîr, anî ziman ku piştî wan tor ava kir, di navbera 10'ê Kanûna 2019'an û 21'ê Cotmeha 2020'an de 1841 kesan serî li tora wan daye. Ozdemir, anî ziman ku ji kesên serî li wan dan 657 jinan ji bo hevjînê xwe berdin û 770 jinan jî ji bo stargehê serî li torê dane. Ozdemîr, da zanîn ku tenê li Amedê 11 jin ji aliyê mêr ve hatin qetilkirin û 15 jin jî bi guman hatin kuştin û wiha got: "3 jin jî birîndar bûn. Di serdegirtina malan a polîsan de, polîsan bi kuçikan îşkence li 2 jinan kirin. Dîsa bi ser komeleya Jinan a Rosa  ya li dijî tundiyê têdikoşin de girtin û hemû ewraqên wan ên fermî, desteser kirin. Di 5 operasyonên cuda de 76 jinên aktîvîst û siyasetmedar hatin binçavkirin. Bi dehan jin hatin girtin. Jinek jî cezayê hepsa malê li wê birîn."    JI BO JIN GILÎ NEKIN ZEXTAN LI SER JINAN DIKIN   Ozdemir, bal kişand ser hêjmara zagona 6284'an û wiha got: “Hêzên polîs û eskeran di wextê xwe de tedbîran nagirin. Dîsa ji bo jin gilî nekin zextan li ser jinan dikin. Polîs û esker beyî wan muayene bike rapor amade dike. Weki ku jin rastî lêdanê nehatibe rapor amade dikin û ji bo jin gilî nekin rê li pêş jinan digirin. Mijarek din jî mafê nafaka ye. Nafakayên tedbîrê ku ji aliyê dadgehê ve tên hukumkirin, an pir kêm didin an jî nadin. "    Ozdemîr, bal kişand ser pekanînên xerab ên Navenda ŞONÎM'ê û wiha lê zêde kir: "Jin der barê mafê xwe û mekanîzmayên ku jê sûdê bigirin de nayên agahdarkirin Jin li stargehan qebûl nekirine. Li gel kapasiteyên wan tiji ne jî mafê starê nedane wan. Li Amedê piştî sala 2016'an ku qeyûm tayîn kirin, bi polîtîkayên qeyûm re li dijî jinan pratikên dijminantiyê pêş xistin."    Ozdemîr, destnîşan kir ku bi pêşketina şewba vîrûsa corona re wextê ku jin li mal dimînin bêtir zêde bûye û wiha got: "Di vê pêvajoyê de Zagona Înfazê derbas bû. Di encama vê zagonê de gelek mêrên kujer hatin berdan. Ev mêrên hatin berdan disa tundî li jinê kirin. Di vê pêvajoyê de tundiya li dijî jnê zêdetir bûye. Dîsa di milê darazê de lêpirsînek fireh û çalak nayê meşandin. Delîl nayên komkirin. Di vê pêvajoyê de jinên tundî li wan tê kirin hemû jiyana wan tê raçavkirin. Lê ev yek ji bo mêran derbas nabe. Jinên ku ji bo xweparastinê çalakiyan li dar dixin wekî mexdûrê bi şik tê darizandin. Gelek caran jî jinên mextûr tên cezakirin. Mafê jinan ên tenduristiyê yên wekî kurtajê tê asteng kirin û jin nikarin ji vî mafê xwe sûdê bigirin. Ji ber daxwazên jinan ên Kurtajê tê redkirin tenduruistiya jinan dikeve bin rîskek mezin.    Ozdemîr bal kişand ser zextên darazê û wiha berdewam kir: "Di 22'ê Gulana 2020'an de polîsan bi ser Komeleya Jinan a Rosa de girt. Bi vê yekê de di nava 2 mehan de polîsan 5 operasyon li dar xistin. Di van operasyonan de 76 jinên parazvanên mafan, siyasetmedar û aktîvîst hatin binçavkirin. Dema hatin darizandin bi tacîza darazê re rû bi rû man. Ji kesên hatin binçavkirin dayikên aştiyê yên 70 salî Rebia Kiran û Makbule Ozbek bûn.    Ozdemir, bal kişand ser sextên li girtîgehan zêde bûne û wiha got: “Jinên nexweş jî 2 kelepçeyan li destê wan dixin. Jinên nexweş ên girtî bi kelepçeyan sewq dikin. Dema li dozgeriyê îtîraza vê yekê dikin, hinceta ‘Ewlehiyê' nîşan didin. Li Girtîgeha Jinan a Amedê kamera bi cih kirine. Ev kamera li odeyan cihê mahrem jî dibîne. Ev yek mafê jiyana taybet binpê dike. Dema bi kurdî stranan dibêjin rêveberiya girtîgehê wan bi kamerayan dişopîne û destûr nadin ku bi kurdî stranan bêjin. Dema jinên nexweş ên girtî sewqî nexweşxaneyê dikin, wan sewqî kliniğinên şaş û derûniyê dikin.    PÊŞNEYAR    “*Divê tacîza darazê ya li dijî jinan bi dawî bibe. Divê dewlet bi lez li dijî kuştina jinan plana çalakiyê amade bike.    * Jinên tundî li wan tên kirin û serî li mercên adlî û îdarî didin, divê ev serlêdanê wan bên şopandin û jin bên parastin.    * Jinên pêkanînên KADES'ê bikar tînin, divê ji nêzîk ve bên şopandin.    * Divê li girtîgehên Tirkiyeyê mafên girtiyan li gorî pîvanên gerdûnî bên parastin. Divê bi lez dawî li tundî û îşkenceya li dijî girtiyan bînin. Divê mafê girtiyan ên mahremiyetê bê parastin.    *  Divê erkdarê cemaweriyê yê bi Kurdî zanibe bê istihdamkirin.    *Divê niqaşên li ser mafê nafakayê bi lez bi dawî bibe. Divê jinên hevjînê xwe berdidin piştgiriya aborî bê kirin.    * Stargehên ku bi polîtikayên qeyûm re bê tesîr man, divê ji nûve bên çalakkirin û xebatnên xwe berdewam bikin.