Ji bo yekitiya neteweyî laçikên xwe avêtin erdê 2020-11-25 15:05:01   AMED - Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, ji bo avakirina yekitiya neteweyî û pêşxistina aştiyê, laçikên xwe avêtin erdê û daxwaza yekitiyê kirin.     Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê, derbarê pêşketinên eskerî yên li Herêma Kurdistana Federe de, li pêş avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Endamên meclîsê, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dersîm Dag û Remziye Tosûn beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Dayika Aştiyê Naciye Yîgît ve hat dayîn.   'EM YEKITIYA NETEWEYÎ AVA  BIKIN'   Yîgît, diyar kir ku divê di her parçeyên Kurdistanê de hemû kurd bibin yek û ev bang kir: “Banga me ew e ku bila ew şer raweste. Ji bo ku êdî xwîna kurdan neye rijandin, tu kes nemirê divê bi lez û bez yekitî pêk were. Êdî em di nav kurdan de şer naxwazin. Ji ber ku em dayik in. Laçikên me yên spî sembola aştiyê ne. Ew kevneşopiya ji kal û pîrên me hatiye. Em ê îro laçikên xwe biavêjin erde. Ew ne tiştekî hêsan e, gelek giran e. Lê em ê biavêjin erdê ku bila êdî zarokên me nemirin û di nav kurdan de şer pêk neyê. Kurd kurd e. Reş û spîtiya kurdan tune ye. Em banga yekitiyê dikin, banga aştiyê dikin.”   SEMBOLA AŞTIYÊ   Yîgît, da zanîn ku laçika li serê wan sembola aştiyê ye û wiha got: "Ji bo ku zarokên me neyin kuştin, aştî pêş bikeve û yekitiya neteweyî ava bibe, emê laçikên xwe bavêjin erdê."   Dayikên aştiyê piştî axaftina Yîgît, bi tilîliyan laçikên xwe avêtin erdê û ev peyam dan: "Em banga aştî û mirovahiyê dikin. Em êdî xwişk û birakujiyê nexwazin."