Welatiyê ku polis wî derp kiribû jiyana xwe ji dest da 2020-11-25 14:53:40   ÎZMÎR – Esnaf Mehmet Şerîf Çoşkûn ku li Kadîfekaleyê ji aliyê polisan ve hatibû derpkirin, li nexweşxaneya ku lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da.   Di 13’ê mijdarê de li semta Kadîkaleyê ya navçeya Konakê ya Îzmîrê Tîmên Polisan ên Bimotosîklet (Yûnûs) esnafê bi navê Mehmet Şerîf Çoşkûn (25) derp kiribûn. Çoşkûn, li nexweşxaneya kul ê tedawî didît jiyana xwe ji dest da. Çoşkûn, piştî ku hatibû derpkirin, li Nexweşxaneya Dewletê ya Bozyakayê dest bi tedawiya wî hatibû kirin û 4 caran qrîza dil derbas kiribû. Malbat Çoşkûn, ji ber tundiya ku li kurê wan hatibû kirin, giliya polisan kiribûn.