Girtî li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê dikin 2020-11-25 14:45:22 NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên PAJK û PKK'ê bi boneya salvegera avakirina PKK'ê daxuyanî dan û aşker kirin ku heya ku tecrîd bi dawî bibe, ewê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger bikin. Girtî û hikumxwarên PKK û PAJK'ê, bi boneya 27'ê Mijdarê 42'yemîn salvegera avakirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) daxuyaniyek nivîskî weşandin. Girtî û hikumxwaran, ragihandin ku ewê di 27'ê Mijdarê de heya ku tecrîda  bi dawî bibe, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger bikin.    Girtiyan di daxuyaniya de diyar kirin ew 27'ê Mijdarê, ''Cejna vejînê û bûyinê ya Rêbertiya me, gelê  me û gelan pîroz dikin'' û heta ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd û çewisandina bidawî bibe û Ocalan bigihije azadiya fizîkî ew ê têkoşînê bidomînin.    Girtiyên PKK'yî û PAJK'î bal kişandin ser pêngava KJK'ê ya, ''Li dijî qirkirina jinê dema jina azad û parastina civakê ye'', 25'ê Mijdarê, Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jinê bi bîr xistin û gotin têkoşîna azadiya jinê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah paradîgmaya wê daniye, bi pêşengiya PKK'ê û PJAK'ê li Rojhilata Navîn û cîhanê dikare sîstema wê wer danîn, jiyana azad dikare were rêxistinkirin û honan. Girtiyan gotin, ''Em girtiyên PKK û PAJK'ê dibêjin, cîhaneke alternatîf pêkan e.''   'HETA KU TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ RABE...'   Girtiyan di daxuyaniyê de gotin ,''Di vê pêvajoyê de ku em sala 43'yan a PKK'ê pîroz dikin û ber bi şoreşê ve diçin, em berxwedana bêhempa û dîrokî ya li Imraliyê slav dikin. Em gritiyên PKK'yî û PAJK'î diyar dikin ku bi giyanê 14'ê Tîrmehyê bibin şopdarên Mazlûm, Sara û Çaran, bi dilsoziya şehîdên leheng ku hêza afirandêr a destkeftiyên mezin a pêngava berxwedanê ya, ''Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin'', ji bo pêkanîna armancên wan, bi nirx û mîrateya ku wan ava kirî, heta ku pergala êşkence û tecrîdê ya li Imraliyê rabe û azadî bi ser bikeve em ê di têkoşînê de bi rola xwe ya çalak rabin.   Tirsa herî mezin a faşîzmê berxwedana civakî ye, ji ber vê ji bo ku berxwedanê bişkînin serî li her rê û rêbazî didin. Ya ku dikeve ser me ew e ku di her şert û mercî de, her li kûderê ve, em li kû qadên bin bi biryardariyeke mezin berxwedanê mezin bikin û li ser hîmê rakirina tecrîdê dawî li faşîzmê bînin.''   'LI DIJÎ PARÇEKIRINÊ   Girtiyên PKK'yî û PAJKî her wiha gotin, ''Têkoşîna me ya azadiyê ya 43 salî, di serî de bi keda û berxwedana şehîdên me, Rêbertiya me, gelê me û gelên mezin bûye. Li dijî polîtîkayên parçekir û qirker ên hêzên statûkoparêz ên li herêmê yên pergala modernîteya kapîtalîst bi afirandina hîndekariya azadiyê û afirandina rêxistiniyê, bûye xwedî dîroka têkoşînê ya domdar. Bi têkoşîna PKK'ê gelê me hay ji bîreweriya nasnameya xwe çêbûye û bi vê bûyineke nû çêbûye.''   'JI FAŞÎZMÊ RE ÊDÎ BESE'   Di daxuyaniyê de ya li ser navê girtiyên PKK'yî û PAJK'î hate gotin, ''Bi vê rastiyê em girtiyên PKK'yî û PAJK'î bi coşî û kelecaniyeke mezin careke dî damezirandina PKK'ê pîroz dikin, layiqî maneya vê roja dîrokî û rêz û rêçika dîroka berxwedana me ya zindanê, 27'ê Mijdarê em girtiyên PKK'yî û PAJK'î li zindanên Kurdistanê û Tirkiyê dest bi êze çalakiya watedar dikin. Pergala êşkence û tecrîdê ku li Imraliyê li ser Rêbertiya me hatiye danîn, ya li ser gelê me û hemû civakê, çewisandiye tecrîd e.  Ev berxwedana me li dijî îlhak û tecrîdê ku faşîzma AKP-MHP'ê li ser civakê ferz kiriye têkoşîna berxwedanê ye.  Êrîşa faşîzmî, bêcihûwarkirin, qetilkirin tifaqa AKP-MHP'ê ye ku bi îdeolojiya mêtingerî, faşîzm, nîjatperestiyê dixwe û vê hişmendiya xwe ya qirker li ser Kurdan û hemû gelên çewisandî rewa dibîne. Tam ji ber vê sedemê  dema wê ye ku em bi giyanê seferberiyê tevlî pêngava 'Êdî bese ji Faşîzmê re, ji Dagirkerî û Tecrîdê re. Dema Azadiyê ye' bibin, deng derxînin û derkevin derve.  Heta ku tecrîda mitleq a li ser gelê me û gelan rabe, bi koman dest bi girêva birçîbûnê ya dorveger a pênc rojan dikin.  Li gel vê li ser daxwaza sewkirinê ya li girtîgeha Imraliyê ku Rêbertiya me lê ye, careke dî bang li CPT'yê dikin bi berpirsyariya xwe ya li bara êşkence û pêşîlêgirtina miemeleya dermirovî, divêtiyên sazûmanbûna serbixwe di serî de li Imraliyê, li hemû girtîgehan binpêkirina mafan ji cih bişopîne û tiştên hewce bike."    BANG KIRIN   Girtiyan herî dawî ev peyam dan, ''Fêhmkirina rastiya Rêbertî, serfirandina felsefeya azadiyê ne rêxistiniya çalakiyê ya di nav çalakiyê de ye, bi esasê giyanê berxwedanê yê 14'ê Tîrmehê heke mirov li ber xwe bide û tevbigere, serkeftin û tacîdarkirina têkoşînê ya bi serfiraziyê bivênevê ye.   Divê çarçoweyê em bang li gelê xwe, gelên li vê cografayê, sazî û dezgehên demokratîk û hemû raya giştî dikin ku bi bihîstyarî tevlî vê pêvajoyê bibin û keda xwe lê zêde bikin.''