Daxwaza girtinê ya profesrorê bersûcê destdirêjiyê dîsa hat redkirin 2020-11-25 14:15:14   ENQERE – Daxwaza girtinê ya Prof. Dr. Hasan Bîlgîlî ku bi sûcdariya tecawiza xebatkara xwe ya nexweşxaneya sewalan beytar C.B. tê sûcdarkirin, dîsa nehat qebûlkirin. Parêzeran C.B. Asli Arihan, diyar kir ku azadbûna bersûc xesarê dide wijdanê civakê.   4’em în danişîna doza Prof. Dr. Hasan Bîlgîlî ku bi sûcdariya tecawizkirina xebatkara xwe ya nexweşxaneya sewalan beytar C.B. tê berdayî tê darizandin û hevkarê wî Dr. Serkan Dûrmaz û Jînekolog Dr. Huseyîn Şenyûrt ku bi piştgiriya Bîlgîlî tên sûcdarkirin, li 31’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê hat dîtin. Mexdûra destdirêjiyê C.B. û bersûc Hasa Bîlgîlî û Huseyîn Şenyûrt li danişînê amade bûn. Lê Serkan Dûrmaz ku hincet ragihandibû tevlî danişînê nebû.   BERTEKA JINAN   Ji bilî parêzerên aliyan, malbata Ç.B. û rojnamegeran kesî negirtin eywana danişînê. Daxwaza tevlîbûna rêxistinên jinan ji aliye heyeta dadgehê ve bi hinceta vîrûsa koronayê hat redkirin. Dema anîn tecawizkar Hasan Bîlgîlî jinan bi gotina “Tu tecawizkarî tê yê werî darizandina” tecawizkar Bîlgîlî şermezar kirin. Ji ber vê yekê di navbera jinan û polisan de nîqaş derket.   Piştre danişînê dest pê kir. Di danişînê de destpêkê kesên ku li ser tecawizkar Bîlgilî şahidi kirin axivîn. Şahidan destnîşan kir ku beriya destdirêjiya li hemberî C.B. dest dirêjî gelek kesên din jî kiriye lê tirsa kes naxive.   ‘XESAR DIDE WIJDANÊ CIVAKÊ’   Piştî axaftina şahidan parêzera Ç.B. Asli Arihan, mafê axaftinê girt û axivî. Arihan, diyar kir ku delil li Saziya Tipa Edlî (ATK) bi awayekî organîzekirî hatine tunekirin û wiha got: “Mirovekî ku hêza wî ya ji holê rakirina ewqas delîl heye, hê jî li derve ye. Ev jî xesarê dide wijdanê civake. Em daxwaz dikin ku dadgeh daxwaza me ya girtinê qebûl bike. Ji bo bilindkirina muwekîla min û mexdûrên din divê mekanîzmayên edlî bi lêztir bixebitin.”   ‘DEST DIRÊJÎ MIN KIR’   Ç.B. jî ev tişt got: “Dest direjî min kir, ez mafê xwe diparêzim. Di vê rewşê de dev ji min berdin ku ez miroveke çawa me û tiştên çawa jiya me, destdirêjî li min hat kirin, ji mirinê xelas bûm. Lê li vir em hewl didin ku ez keseke çawa me.”   DOZGER DAXWAZA REDKIRINA GIRTINÊ KIR   Dozgerê ku mütalaa jê hat xwestin, ji bo derbaskirina nakokiyên di rapora ATK’ê de daxwaz kir ku raporek bê amadekirin û girtina bersûcan bê redkirin.   Piştre heyeta dadgehê biryara xwe ya navberê aşkera kir û biryar da ku dosya ji ATK’a Stenbolê re bê şandin û daxwaza girtina Hasan Bîlgîlî red kir û danişînê taloqî 7’ê nîsana 2021’an kir.