Rapora Girtîgeha Kampusa Tarsusê: Girtî di hucreyan de ne tecrîd heye 2020-10-30 14:23:18 MÊRSÎN - Rêxistinên parazvanên mafên mirovan û hiqûqnasan der barê Girtîgehên Kampusa Tarsûsê de lêkolîn kirin û rapor amade kirin. Rêxistinan di raporê de anîn ziman ku lêdan, gef û êrîşên li dijî mafên mirovan ku rûmeta girtiyan dişkînin didome. Di raporê de anîn ziman ku girtî di hucreyan de têne girtin û tecrîd didome.   Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) yên Mêrsînê û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan a Herêma Çukurova re (TUHAD-DER), der barê geşedanên li Girtîgehên Kampusa Tarsusê lêkolîn kirin û rapor amade kirin. ÎHD, OHD û TUHAD-DER'ê piştî rapor amade kirin li şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê bi raya giştî re parve kirin. Parlamenterê HDP'ê Ridvan Turan û rêveberên HDP'ê amade bûn.    Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê Parêzer Gazî Încî, rapor aşkere kir û anî ziman ku 20 roj berê girtî Savaş Delî ji Girtîgeha Tîpa T1 a Tarsusê sirgûnî Tîpa T3 ya Tarsûsê kirine û dema sirgûn krine jî li wî dane. Încî, da zanîn ku dema Delî sewq kirin û lê dan parsuyê wî şikestiye û ruyê wî mor û şîn bûye. Încî, bibîr xist ku ligel anîye ziman li wî dane jî rapora derpkirinê nedane wî. Încî, bilêv kir ku Girtî Osman Uçar, Unal Gumuş û Îbrahim Yigit li Girtîgeha Tîpa T-3 ya Tarsûsê di yek hucreyê de têne girtin û wiha got: "Li girtîgehê îzolasyon û tecrîd didome. Hevdîtin û ragihandina girtiyan a ji derve hatiye qutkirin. Gef, lêdan û neheqiya li girtiyan tê kirin didome. Der barê kesên lêdanê dikin u gefan dixwin de lêpirsîna îdarî nayê kirin. Tenê daxuyanî û îfadeya rayedaran esas tê girtin. Girtiyê li Girtîgeha Tîpa T -3 a Tarsûsê Mehmet Akyuz nexweş e û divê bê dermankirin. Lê daxwaza wî ya revîrê bê bersîv tê hiştin."     ÇEND PÊŞNIYAR    Încî, ji bo çareseriyê pêşniyar parve kirin û wiha lê zêde kir: "Divê berî her tiştî dawî li muameleyên xerab bînin. Divê sewqên neheq, lêgerînên bê ûsûl, hêjmartina eskerî bi dawî bibin. Divê rêya ragihandin û hevdîtinê bên vekirin. Divê mafê tenduristiyê bê dayîn. Divê xwarina paqij û bi qewt bê dayîn. Divê mafê çandî, spor û civakî bê dayîn. Divê girtiyên nexweş bêne dermankirin û berdan. Divê mafê mirovan bê parastin. Divê girtiyan sewqî girtîgehên nêzî malbatê wan bikin. Ji bo parastina mafê parastinê divê girtî li girtîgehên nêzî dadgehên xwe bên girtin. Divê dawî li îşkence û binpêkirina mafan bînin. Divê şert û mercên girtîgehê li gorî rûmet û mafên mirovan bên rastkirin.  Divê heyetên pispor ên serbixwe karibin bi hêzanî li hemû girtîgehan lêkolîn bikin û rapor amade bikin.