Gunay: Em destûrê nedin ku Rojava bibe hedefa êrişên nû 2020-10-30 13:21:06 ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, 1’ê Mijdarê Roja Kobanî li hemû kurdan, dostên kurdan û gelên cîhanê piroz kir û wiha got: "Niha jî em dibînin ku ew karê ku DAIŞ’ê nikarî pêk bîne, hikûmeta AKP û MHP’ê dixwaze pêk bîne. Em bang li hemû raya giştî dikin û dibijên ku destûrê nadin Rojava bibe hedefa êrişên nû."    Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, li Navenda Giştî ya partiya xwe, civîna çapemeniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxandin. Guney, dest pê kê bal kişand ser binçavkirina Berdevka Demî ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan û wiha axivî: "Li vê derê, em dixwazin carek din îfade bikin. Hûnê tu carî nekarin bi zextan, binçavkirin, zor û zilmê Tevgera Jinên Kurd têk bibin. Her binçavkirinên we û her operasyonên we yên qirkirinê, biryardarî û têkoşîna me jinan zêdetir dike. Binçavkirina ne Ayşe Gokkan têk birin û ne jî tevgera jinên kurd... Divê tavilê Ayşe Gokkan bê berdan. Em van binçavkirina şermezar dikin."   'EW BERXWEDAN ÎRO JÎ DEWAM DIKE'   Gunay, di dewama axaftina de, 1’ê Mijdarê Roja Kobanî li hemû kurdan, dostên kurdan û gelên cîhanê piroz kir û wiha got: "Îro salvegera helbestvanê nemir Arejen Arî ye. Ez wî bi rêzdarî bibirtînim. Hun jî dizanin sibê na dusibe 1’ê Mijdarê Roja Kobanî ya Cîhanê ye. Ji niha ve ew roja dîrokî li Kurdan û li dostên Kurdan pîroz be. Kobanî li hemberî tarîtiya DAIŞ’ê, ronahî û serfiraziya têkoşîna Kurdan û dostên Kurdan bû. Em dikarin bibêjin Roja Kobaniyê hem roja yekîtiya Kurdan bû û hem jî di şexsê Kurdan de roja yekîtiya enternasyonel bû. Gelê me û tekoşerên enternasyonel li hemberî DAIŞ’ê û piştevanên DAIŞ’ê îradeyeke mezin nîşan da û ev roj diyarî hemû mirovahiyê kir. Ew berxwedan îro jî hîn berdewam dike."   'JI HER DEMÊ ZÊDETIR PÊDIVIYA ME BI YEKITIYÊ HEYE'   Gunay, di dewama axaftina xwe wiha got: "Bi seya berxwedana Kobanî, DAIŞ û piştevanên wê têk çûn. Bi saya têkoşerên jin, li vê axê, li Rojhilata Navîn tovên azadî, aşitî û aramiyê şîn bûn, mizgîniya pêşerojeke ronî derket meydanê. Ji ber vê yekê, pêwiste em ji doh zêdetir xwedî li vê şoreşa gelan, şoreşa jinan, şoreşa ciwanan û şoreşa hemû mirovahiyê derkevin. Niha jî em dibînin ku ew karê ku DAIŞ’ê nikarî pêk bîne, hikûmeta AKP û MHP’ê dixwaze pêk bîne. Em bang li hemû raya giştî dikin û dibijên ku destûrê nadin Rojava bibe hedefa êrîşên nû. Hem li Rojava, hem li Başûr, hem jî li Bakur ji her demê zêdetir pewistiya me bi wê yekîtiyê heye. Yekîtiya Kurdan hem ji bo Kurdan û hem jî ji bo Rojhilata Navîn pêwîst e. Em jî wek HDP, piştgiriyê didin vê îradeya yekîtiya Kurdan. Û ji bo wê jî çi pêwîst be çi bi bikeve ser milê me û ji destê me bê, em ê wê bikin."     'BI HEVGIRTINÊ EM DIKARIN DESTKEFTIYÊN XWE BIPARÊZIN'   Gunay, dest nîşan kir ku gelê kurd li her derê dikarin rê li ber êrişan bigirin û wiha bi dawî kir: "Bi baweriya me Kurd li her derê dikarin bi yekîtiya xwe, rê li ber êrişan bigirin. Bi hevgirtinê dikarin destkeftiyên xwe biparêzin. Yekîtiya Kurdan, hevgirtina Kurdan, diyaloga di nava Kurdan de bersiveke mezin e ji bo rejîmên faşîst. Rejimên faşîst dixwazin Kurdan ji hev cuda bikin, belav bikin û wisa Kurdan îdare bikin. Lê Kurd êdî ne Kurdên berê ne. Dixwazin ku Kurd têkevin qirika hevdu, lê divê Kurd rê nedin vê polîtîkayên qirêj. Li Başûr jî vê siyaseta qirêj dimeşînin. Divê hêzên Kurdan li hemberî vê polîtîkayê hişyar bin. Divê destkeftiyên Kurdan yên ku bi ked û têkoşîneke mezin hatine bidestxistin, bên parastin. Ev jî bi yekîtî û hevgirtinê dibe."