Hevserokên HDP’î piştî 8 rojan derxistin edliyê 2020-10-30 11:44:30 AMED -  Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Bajêr û Rêxistina Navçeya Yenîşehîrê yên di serdegirtina avahiyan de hatibûn binçavkirin, piştî 8 rojan sewqî edliyê hatin kirin.    Hevserokên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen Uyanik û Hevserokên Navçeya Yenîşehîrê Remziye Sizici û Kasim Kaya yên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi rêve bir de, di serdegirtinên avahiyên partiyan ên di 22’yê Cotmehê de hatibûn binçavkirin, piştî 8 rojan sewqî edliyê hatin kirin.    Hevserokên HDP’î yên bi hinceta posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên bi dîwarên kolanên navçeya Sûrê ve hatibûn kirin li avahiyên partiyê hatine amekirin, tên sûcdarkirin. Li bendêye ku dozger, îfadeyênhevserokên bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” tên sûcdarkirin, di deqeyên pêş de bigire.