Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan 2020-10-30 11:22:27 STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê bi boneya biçin Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û vasiyê wî Mazlum Dinç, bi boneya biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevditin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê, ji malbata Omer Hayri Konar bira Ali Konar, ji malbata Hamili Yildirim bira Polat Yildirim û ji malbata Veysi Aktaş xwişk Melihe Çetin bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Omer Hayri Konar û Veysi Aktaş, ji 15'ê Adara 2015’an heta niha tenê di 5'ê Hezîran, 12'ê Tebaxa 2019'an û 2'ê Adara 2020'an de bi xizmên xwe re hevdîtin kiribûn. Hamîlî Yildirim jî piştî birin Girava Îmraliyê ji 15'ê Tîrmeha 2015'an heta niha tenê di 5'ê Hezîran û 12'ê Tebaxa 2019'an de bi xizmên xwe re hevdîtin kir. Piştî li Girava Îmraliyê sewat derket jî di 2'ê Adara 2020'an de ji ber Hamîlî Yildirim nexweş bû bi xizmên xwe re hevditin nekiribû.    DI 21 SALAN DE TENÊ CAREKÊ BI TELEFONÊ HEVDÎTIN KIRIN    Ocalan, di 21 salên girtîgeha Îmraliyê de tenê carekê di 27'ê Nîsana 2020'an de bi malbatêre bi rêya telefonê hevdîtin kir. Dîsa di 7'ê Îlonê de  heta 6 mehan cezalê hevdîtinê li Ocalan birîn.