Temellî: Alternatîfa budçeya faşîzmê, budçeya rêya sêyemîne 2020-10-30 11:16:26 ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Sezaî Temellî, diyar kir ku hevdîtinên budçeyê yên li Meclîsê dewam dikin, ji venêrîn û gel di revînin û got: “Terxana ji bo kî û ji bo çi hatiye xerckirin jî vedişêrin.” Pêşnûmeya Qanûna Budçeyê ya Rêveberiya Navendî ya sala 2021’an li Meclîsê tê nîqaşkirin. Mûxalefet ji bo vê pêşnûmeya qanûnê nirxandina “Şer, rant û talanê” dike. Ji ber vê rexneya ev budçe ji gel û venêrînê tê revandin dikin.  Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê aborîzan Sezaî Temellî, diyar kir ku budçeyên di nava pergala kapîtalîzmê de tên avakirin, bi giştî di çarçoveya polîtîkayên neo-lîberal ên desthilatdariyê de tên amadekirin.       ‘BUDÇEYA ABORIYA FAŞÎZMÊ YE’   Temellî, da zanîn ku Pergala Hikumeta Serokkomariyê bi temamî mafê budçeyê ji holê rakiriye û wiha axivî: “Desthilatdariyê mekanizmaya kontrolê ji holê rakiriye. Ji ber vê yekê êdî em nikarin lêçûnan kontrol bikin. Agahiya gel ji jêderkên wan ên ji bo çi tên xerçkirin tuneye. Ji ber vê yekê hemû xerckirinên tên kirin li dijî demokrasiyê ye. Ez ji bo vê dibêjim, budçeya aboriya faşîzmê ye.”    ‘DEYNÊN DIWÎZÊ DI NAVA KRÎZÊ DE YE’   Temellî, da zanîn ku ji bo ku desthilatdarî temenê xwe dirêj bike, ji bilî “deyndarbûn” û “zindîkirina sektora înşaetê” tu rêyekê wê ya din nemaye.    Temellî, bi bîr xist ku bi pêşnûmeya torbe ya anîn Meclîsê, rayeya deynan derxistin du qatan û wiha pê de çû: “Piştî qanûnê jî, deyndarbûna 307 mîlyon TL jî têra desthilatdariyê nekir. Ji ber ku çawan desthilatdarî di siyasete de têk çû, bi heman awayî di aboriyê de jî têk çûye. Êdî jêderk nemane. Dîsa jêderkên sermayeya fînansê, olîgarşiya mutehît û xanedanên şer keyfxweş bikin nemane. Bacayên di destên gel de ji wan girtin û li aliyê din, pir zêde deyndar bûn. Niha jî krîzeke deyndarbûna diwîzê tê jiyîn. Krîza bankavaniyê li ber deriye.”    ÇARESERÎ BUDÇEYA RÊYA SÊYEMÎN E    Temellî, dest nîşan kir ku bi heman tercîhên siyasî çareserkirina pirsgirêkan ne pêkane û wiha rêz kir: “Dibin navê têkoşîna bi pirsgirêkan re, divê feraseteke aborî ya cuda hebe. Ji bo çareseriyê jî, ez budçeya siyasî ya rêya sêyemîn ku HDP’ê dişopîne pêşniyar dikim. Budçeya rêya sêyemîn, budçeya beşdar û demokratîke. Rêveberiya Rêya Sêyemîn, berî her tiştî, rêveberiyek di cih de ye. Siyaseta demokrasiya herêmiye. Ji ber vê ferasta budçeya me, li dijî feraseta îro ya budçeya heyiye. Em hewl didin li gorî pêdiviyên mirovan budçeyekê ava bikin û maliyeta civakî ya lêçûnên pêdiviyan daxin asta herî jêr.”   DIVÊ DEST BI TÊKOŞÎNA MAFÊ BUDÇEYÊ BÊ KIRIN    Temellî, bal kişand ser girîngiya xwedî derketina “mafê budçeyê” û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Civaka ku ji bo mafê xwe yê budçeyê biyanî bûye, di heman demê de tê wateya dest ji mafê xwe yê siyasî jî berdaye. Têkiliya budçe- siyasetê û têkiliya budçe-aboriyê pir girînge. Ji ber vê yekê, divê hemû beşên civakê bên gel hev û ji bo mafê xwe yê budçeyê bikevin nava tevgerê. Divê xwedî mafê xwe derbikevin û dest bi têkoşîna mafê budçeya xwe bikin.”   MA / Selman Guzelyuz