Vezîryan: Tirkiye hewldanên aştiyê yên li Kafkasya pûç dike 2020-10-30 11:02:39 STENBOL - Turkolog Anahît Vezîryan, bal kişand ser polîtîkayên Tirkiyeyê yên li Kafkasyayê û wiha got: "Tirkiye armanc dike ku li herêmê bibe hêz. Li Başûrê Kafkasyayê polîtîkayên xerakirinê pêş dixe. Bi van polîtîkayên xwe hewldanên aştiyê yên di navbera Ermenistan û Azerbaycanê jî xera dike."   Şerê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê yê ku di 27'ê Îlonê de li herêma Karabaxa Çiyayî dest pê kir, her çend heta niha 3 caran agirbest hatiye îlankirin jî bi hemû hêza xwe berdewam dike. Ji ber şerê navbera Azerbeycan û Ermenîstanê heta niha ji herdu aliyan bi hezaran kes hatin kuştin. Tirkiye ji roja destpêkê heta niha aşkere piştgiriyê dide Azerbaycanê. Turkolog Anahît Vezîryen ku geşedanên li herêmê ji nêzîk ve dişopîne, anî ziman ku ev yek nîşan dide ku Tirkiye dixwaze li herêmê bibe xwedî hêz û ji bo vê yekê li Herêma Kafkasyaya Başûr polîtîkayên xerabkirin û talankirinê pêş dixe.    Turkolog Anahit Veziryan, destnîşan kir ku Tirkiye bi van polîtîka û tevgerê xwe hewldana aştiyê jî xera dike û wiha lê zêde kir "Şer bêtir li herêma Karabaga çiyayî geş dibe. Di heman demê de şerê li herêmae Bakur û Başur jî didome. Ji ber ku heta niha Azerbaycan li herêmê bi ser neket, hêza xwe dikişîne herêma Başûr. Di rojên dawî de taktikan digherîne. Li hin herêmê Karabagê yên wekî Martunî tîmên sabotaj û keşifê dişîne ser wan. Lê Hêzên Parastinê yên Karabagê bi hêsanî ev tîm bê tesîr kirin. Di şerê heyî de herdu aliyan jî gelek mirovên xwe winda kirin. Azerbaycan eskerên xwe yên hatine kuştin piştî şer bi dawî bibe ancak aşkere bike. Lê aliyê Ermeniyan bi fermî hêjmara windayên xwe aşkere dike. Ermenistanê aşkere kir ku heta 28'ê Cotmehê hêjmara eskerên wê yên hatine kuştin Heza û 65 kes in. Dîsa li gorî daneyên Ermenîstanê hêjmara hêzên çekdar ên Azerbaycanê 6 hezar û 750 kes in. Di encama êrîşan de 40 sivîlan jiyana xwe ji dest da. Heta niha 120 kes ji birîndar bûn. Beşek gelê Karabagê xwe avêt axa Ermenistanê. Pişti şer di 28'ê îlonê de dest pê kir, heta niha 3 caran agirbest îlan kirin. Li gel agirbest ilan kirin jî şerê di navbera Azerbeycan û Ermenîstanê de didome."   'TIRKIYE AZERBEYCANÊ SOR DIKE'    Vezîryan, anî ziman ku sedema vê yekê jî Rêveberiya Azerbaycanê wisa fikirî ku bi vê yekê Ermenî firseta ku bêhnê bistîne bi dest xist û wiha got: Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev ev yek anî ziman. Sedema din jî Azerbaycanê gelek eskerên xwe winda kirin. Di encama vê agirbestê de dê dîlên şer û cenazeyên xwe tawas bikirana. Dîsa faktora Tirkiyeyê heye. Xuya dike ku Tirkiye li gorî berjewendiyên xwe tev digere. Hemû cîhan ji bo agirbestê bang dike. Hemû endamên koma Mînskê jibo agirbestê bang dike. Lê endamê Koma Minskê Tirkiye tenê Azerbaycanê ji bo şer sor dike. Di bin xerakirina 3 agirbestan de tiliya Tirkieyyê heye. Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Çavuşoglu piştî li rayedarên Azerbaycanê geriya, biryara agirbesta şer îhlal kirin.    ‘DAXWAZ ZORÊ LI ÇARESERIYÊ DIKE'    Veziryan, bibîr xist ku aliyên şer ewil li ser modela lihevkirina prensîbên Madridê li hev kirin û wiha lê zêde kir; "Di 10'e Cotmehê de li Moskovayê li ser agirbesta mirovî li hev kirin. Li ser hewldana Hevserokên Koma AGÎT Minsk'ê li hev kirin. Ermenîstanê xwest li ser li hevkirinê çareseriyê pêş bixin. Rayedarên Ermeniyan diyar kirin ku ew ji bo li hevkirinê amade ne. Lê Azerbaycan anî ziman ku di tawîzên yek alî de serî natewînin. Xeta sor a Ermeniyan ewe ku gelê Karabaga Çiyayî xwe bi xwe bi rêve bibe û ewlehia wan bê mîsogerkirin. Azerbaycan di pêvajoya  muzakereyan de helwesta maksimalist (pir zêde radîkal) nîşan da û mafê gel xwe bi rêve bibe tune hesiband. Daxwaza Aliyev ewe ku gel, Herema Karabaga Çiyayî jî di navde 7 herêman terk bike û teslîmî Azerbaycanê bike. Ji ber vê daxwaza Azerbaycanê ya ne pêkan çareserî pêk nayê."      'AZERBEYCAN NEGIŞIT ARMANCA XWE'     Veziryan, herî dawî anî ziman ku Azerbaycan negihişt armanca xwe û wiha bi dawî kir: "Armanca Azerbaycanê ya dawî ew bû ku Karabag û 7 herêmê din bi dest bixe bû. Lê Azerbaycan negihişt armanca xwe. Ji bo çareseriyê rewşek aloz heye. Gelek astengî li pêş çareseriyê hene. Bendewarî û daxwaza aliyan û gel ne yek e. Tirkiye û Azerbeycan îdea dikin ku Koma Minks nikare rola çareseriyê pêş bixe. Lê Koma Minks 2 caran hewl da ku aliyann nêzî hev bike. Bi xêra Hevserokên Koma Minskê di sala 2002'an de li Quay Westê û di sala 2011'an de li Kazanê alî ji bo çareseriyê pir nêzî hev bûn. Lê cara sêyemîn ji ber helwesta maksimalist a Azerbeycanê pirsgirêk çareser nebû.    'TIRKIYE NE ALÎGIRÊ ÇARESERIYÊ    Tirkiye dixwaze li herêmê bibe aktorê sereke û kurevî. Polîtîkayên ku li Rojhilata Navîn û Derya Spî pêş dixe mînaka vê yekê ye. Her çend Tirkiye bêje 'Ez dixwazim pirsgirêkê çareser bikim' jî ne samîmî ye. Tirkiye ji meha tîrmehê heta niha gefan li Ermenistanê dixwe û  Azerbaycan li dijî Ermenistanê sor dikir. Mehek beriya ku şer dest pê bike Wezîrê Karên Derve yê Ermenistanê Zohrab Mnatsakanyan aşkere kir ku Tirkiye eskerên bi pere şandine Azerbeycanê. Piştî vê yekê 2 hefte şûnde medya Tirk û Azerbaycanê îdea kirin ku PKK’î hatine Ermenîstanê. Her çend medya Tirk ev îdea avêtin holê jî tu belge û delîl nîşan nedan.    MA / Îdris Sayilgan