Mirovên Şemiyê: Ji Susurlukê heta niha hişmendî nehat guhertin 2020-10-30 10:41:38 STENBOL - Mirovên Şemiyê parvekirina wêneyan a kesên ku di Doza Susurlukê de rola sereke lîstibûn, nirxandin û gotin: "Di têkiliyên dewletê û mafya de tu guhertin çênebûye. Hişmendiya berê didome."    Korgeneralê teqawîd Engin Alan, Albayê teqawîd Korkut Eken, Rêberê Rêxistina Sûcê Organîze Alaattîn Çakici û Wezîrê Karên Hundir ê Berê Mehmet Agar li Marîna ya Yalikavak a Bodrumê hatin cem hev û wêneyek parve kirin. Kesên ku di doza Sûsûrlikê de rola sereke dilîzin, piştî wêne bi hevre kişandin û parve kirin bû sedema bertek û nerazibûnê civakê û rêxistinên saziyên demokratîk. Di 3'ê Mijdara 1996'an de li navçeya Sûsûrlukê ya Balikesirê qezaya trafîkê pêk hatibû. Di qezaya trafîkê de kesên di têkiliyên siyaset, mafya û dewletê de rolên sereke dilîstin Korgeneralê teqawîd Engin Alan, Albayê teqawîd Korkut Eken, Rêberê Rêxistina Sûcê Organîze Alaattîn Çakici û Wezîrê Karên Hundir ê Berê Mehmet Agar, li ser sûc hatibûn zeftkirin. Piştî van çar kesên li ser suç hatibûn zeftkirin dîsa hatin cem hev û wêneyê bi hevre parve kirin, nerazîbûn zêde dibe. Mirovên Şemiyê bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku hişmendiya sûc a berê didome.    'WÊNE NÎŞAN DIDE KU EDALET GENÎ BÛYE'    Kesên di wêne de cih girtine, di kuştina Midûrê Nifîsa Navçeya Altindag a Enqereyê Abdülmecît Baskin ê di 3'ê îlona 1993'an de bi 3 guleyan hat kuştin de cih digirin in. Kurê Abdulmecît Baskin, Eren Baskin, bertek nîşanî wêneyê hatiye kişandin da û got: "Êv wêne nîşan dide ku edalet çiqas genî bûye. Navê Wezîrê Karên Hundir Mehmet Agar pir caran di dosya bavê min de derbas bû. Navê Mehmet Agar ê din AXA ye. Di rojên tarî yên zarokantiya min de rola sereke lîst. Ji bo fêde û sûda welat tu tiştekî wan tune ye. Pişteka dewleta kûr e. Têkiliyê wan û mafya bi hevre heye."    ‘DIBÊJIN EM LI VIR IN'    Baskin, da zanîn ku li Tirkiyeyê her dem dewleta kûr hebûna xwe diparêze û wiha got: "Ev hebûnên rêxistinan hin caran hebûn û bandora xwe winda dike. Wekî terora razayî ye. Bi vî wêneyên kişandine peyama 'Em li vir in. Em naçin cihekî din. Fikrên me li ser îqtîdarê ne' dide me. Ev yek me malbatê windayan û hemû kesên din birîn dike. Ev nîşan dide ku ev mirov her tim tên parastin. Bi heviya ku rojên xweş bên êm dê li dijî rojên tarî her dem têbikoşin."    BÊCEZAHIŞTIN POLÎTÎKAYA DEWLETÊ YE'    Xwişka Hasan Ocak ê di 21'ê Adara 1995'an de revandin û 58 roj şûnde kuştî hat dîtin, Masîde Ocak jî bertek nîşanî wêneyê hatiye kişandin da û wiha got: “Di serdema 12'ê Îlonê û salên 90'î de gelek mirov winda bûn. Di dosyayê wan windayan de navê Mehmet Agar derbas dibe. Karsazên mirovên Kurd hatin revandin û kuştin. Korkut Eken lîsteya kuştinê amade kir. Berpirsiyariya Engin Alan di girtekên dadgehê de jî derbas dibe. Li gel vê yekê nehatin cezakirin. Em dibînin ku bêcezakirin her tim wekî polîtîkaya dewletê derdikeve pêşberî me. Dema birayê min binçav kirin û winda kirin Mehmet Agar Midûrê Gişti yê Polîsan bû. Her çend navê wî di dosyaya lêpirsînê de  derbas dibe jî heta niha doz lê nehatiye vekirin. Di bin parastina dewletê de bi ferman û fermandariyê ev sûc tên kirin."    ‘EM JI BÎR NAKIN'    Ocak, anî ziman ku di dosyayên kujerên nediyar de darizandinek rastîn nayê kirin û wiha axivî: "Ev nîşan dide ku dê faîlên cînayetên tarî wê dîsa di tariyê de bimîne. Ji kuştinê heta bêcezahiştinê em dibînin rayedarên dewletê û kesên ji aliyê dewletê ve hatine bikaranîn hene. Ev yek derket holê. Kesên berê wekî dewleta kûr dihatin dîtin, niha îqtidarê bi rêve dibin. Me her tim ji gotina "Têkoşîna tê windakirin, têkoşîna ku tê terkkirin e." bawer kir. Ji ber vê yekê emê tu carî dest ji têkoşîna heqîqet û edaletê bernedin.  Em ê tu carî windayên xwe ji bîr nekin. Heta ku kujerê windayan bên darizandin û cezakirin emê têkoşîna xwe berdewam bikin."    DEWLETA KÛR HER TIM HEYE   Xwişka Hayrettîn Eren ê di 21'ê Mijdara 1980'an de hat windakirin, Îlkbal Eren jî destnişan kir ku kesên di wêne de cih digirin rûyê reş ê dewletê nişan dide û wiha got: "Kesên suc kirine û tev li sûc bûne bi zirxa dewletê tên parastin. Bi vî wêneyî peyama 'Peyvira xwe didomînin' dide me. Sibê dê bi 5, roja dîtir bi 6 navan derkevin pêşberî me. Dewleta kûr her daîm derketiye pêşberî me. Min cara ewil dema birayê min hat binçavkirin navê Mehmet Agar li Midûriyeta Polîsan a Gayrettepe bihîst. Agar wê demê li Miduriyeta Polîsan a Gayrettepe  Cîgirê Midûrê Têkoşîna bi Terorê re bû. Wê demê birayê min Hayrettin Eren binçav kirin. Li gel 5 şahidrê binçavkirinê hebûn binçavkirina birayê min înkar kirin. Di heman demê de Mustafa Hayrullahoglu, Suleyman Cihan û Nurettin Yedigol bi zorê binçavkirin u winda kirin. Lê hêj Mehmet Agar nehatiye darizandin û nehatiye cezakirin.    'HIŞMENDÎ NEHATIYE GUHERTIN'    Ji bûyera Susurlukê heta niha di hişmendî û têkiliya dewletê û çeteyan de tiştek nehatiye guhertin. Duh bi Torosên Spî mirov revandin. Îro bi Transportên reş mirovan direvînin. Teknîk û hişmendî yên berê ne. Qet nehatiye guhertin. Ev wêneyê kişandin û parve kirin vê yekê nîşanî me dide. Em wan zanin û nas dikin. Em ê her tim sûcê ku wan kiriye li ruyê wan bixin. Dibe ku li pêş edaletê nehatibin darizandin. Lê di wîcdanê civakê de hatine darizandin. Me çawa windayên xwe winda nekirin, em ê destûr nedin ku ruyê dewletê yê reş jî bê ji bîr kirin."    MA / Erdogan Alayumat