Li Riha 2 girtî bi vîrûsê ketin 2020-10-30 09:55:27 RIHA - Di Girtîgeha Rihayê de, testa 2 girtiyan pozîtîf derket û ji ber vê 7 girtî kirin karantînayê.   Mehmet Bînîcî yê li Girtîgeha Sergirtî ya Hejmara 2 a Tîpa T a Rihayê dimîne, ragihand ku testa şewba vîrûsa koronayê ya 2 girtiyan pozîtîf derketiye û 7 girtî ji ber vê yekê kirine karantînayê. Bînîcî di hevdîtina telefonê ya bi birayê xwe Mûkadder Bînîcî re kir de, da zanîn ku rayedarên girtîgehê agahiya girtiyên bi navê P.A. û A.B. yên bi şewbê ketine dane wan û got: “Em ji her du hevalên xwe agahiyê nagirin.”    Birayê Bînîcî Mûkadder Bînîcî, diyar kir ku birayê wê di hevdîtina telefonê de ev agahî pê re parve kir: “Li girtîgehê ji bo karantînayê odeyek hatiye veqetandin. Li ser deriyê wê jî, nivîsa ‘koma herî bi rîsk’ hatiye daliqandin. Di demek kurd de, di odeya wan de lêgerîn hatiye kirin. Gardiyenên di odeya karantînayê de lêgerîn kirin, di heman demê de li hemû odeyan geriyane û lêgerîn kirine. Bi vî awayî vîrûs li girtîgehê belav bûye.”