Aborînas Mihemed Hisên: Nelirêtî li Iraqê hatiye bisazîkirin 2020-10-30 09:17:30 NAVENDA NÛÇEYAN - Aborînas û rêveberê Navenda Iraqî ya beşa lêkolînên siyasî Mihemed Hisên, da zanîn ku hikûmeta Iraqê di mijara aboriyê de şoka duyemîn dijî û got: "Ji derveyî têkoşîna bi nêleritiyê re tu rêyeke din a çareseriyê nîne. Divê gavên wisa bên avêtin ku gelê Kurd û yê Iraqê bikaribin li dijî nêleritiyê tebikoşin."   Li herêma Başûrê Kurdistanê ji meha Nîsanê ve heta niha mûçeyên gelek karmendan nayin dayîn. Li dijî vê rewşê, li gelek bajarên herêmê çalakî hatin lidarxistin. Nêrazîbûnên li dijî nedayîna mûçeyan berdewam dike. Li ser vê yekê alozî di navbera gel û hêzên ewlekariyê de derket û li herêmê alozî hê jî didome. Têkîldarî aloziya aborî û geşedanên dawî yên herêmê aborînas û Rêveberê Navenda Iraqî ya Beşa Lêkolînên Siyasî Mihemed Hisên ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin kir.    'HIKÛMET DIKARE REFORMÊN BIÇÛK BIKIN'    Hisên, anî ziman ku hikûmeta Iraqê aloziya heyî  dikare bi reformên biçûk çareser bike û wiha axivî: "Xwepêşandanên bajarên mezin ên Iraqê gelek bi bandor bûn. Ev yek bû sedema guhertina hikûmeta Iraqê û guhertina hewaya siyasî ya li Iraq ê. Her wiha pêşî li reformên siyasî û aborî vekir. Zehmete ku mirov ji niha ve bibêje ev xwepêşandan çiqas wê bibin sedema çareserkirina pirsgirêkên Iraqê û krîza aboriyê. Zehmete ku mirov bi giştî li rewşê temaşe bike. Lê rayedarên niha yên Iraqê dikarin ji bo çareserkirina pirsgirêkan hinek reformên biçûk bikin."   'EGER VÊ REWŞÊ DIRÊJ BIKIN, WÊ ZEHMETIYÊN WÊ ZÊDETIR BIBIN'    Hisên, diyar kir ku eger rewşa heyî bi vî awayî bidome wê çareserkirin zehmet bibe û wiha bi lêv kir: "Rewşa Iraqê û ya Herêma Kurdistanê gihîştiye asteke wisa ku çareseriya wê zehmet e. Rewşa aborî ya her du hikûmetan jî gelek nebaşe. Ferqeke mezin di navbera dahat û xerçê de heye. Ger ev neyê çareserkirin wê rûxandineke mezin a giştî çêbibe. Ji bo vê divê mûçeyên karmendan kêm bikin, xercên herdu hikûmetan kêm bikin, xerca hêzên parastinê û ewlekariyê jî kêm bikin. Bêgûman ev dê bandoreke nebaş li rewşa jiyana xelkê herêmê bike. Lê neçarin ku  vê gavê jî biavêjin. Eger vê pirsgirêkê îsal çareser bikin, wê zehmetiyên wê kêmtir bibin. Ger dirêj bike jî, wê zehmetiyên wê zêdetir bibe."   'DIVÊ GAVÊN CIDÎ YÊN REFORMAN BÊN AVÊTIN'   Ji bo pirsgirêkên nelirêtiyê yên li Iraqê kûr û giran bûne jî Hisên, ev nirxandin kir: "Eger em bi çaveke bîrkarî li mijarê binêrin, Hikûmeta Federe ya Iraqê kêmî 3 mîlyar dolar mehane bidest dixe. Lê ya xerç dike, zêdeyî 6 milyar û nîv dolare. Herî kêm divê Hikûmeta Iraqê 6 mîlyar û nîv dolar bide  xurek û xerca karmendan. Li gorî agahiyên dawiyê dibe 25’ê vê mehê xwepêşandanên mezintir li Iraqê dest pê bikin. Piraniya pêşengên xwepêşandanên Bexda, Besra û Necefê di wê baweriyê de ne ku Hikûmeta Iraqê nikare reforman bike û ne jî hêviya wan heye hikûmeta Mistefa El-Kazimî tiştek ji bo wan bike. Lewma ne pêkane di nava du sal yan jî sê salan de were çareserkirin. Lê eger ji niha ve hinek reforman werin kirin, hinek qanûn werin destxistin ji bo pêşî li gendeliyê were girtin, were kêm kirin, lêpirsîn derbarê ew kesên gendelî dikin were vekirin ku ew malê giştî ji bo xwe bikartînin ji bo dewlemend kirina şîrketan, qacaxçî û hizbên siyasî. Dikare ji niha ve hinek gavên cidî yên reforman werin avêtin. Lê ev pirsgirêkên aborî, darayî û gendeliyê çende kûr bûye û reh berdaye, ne gengaze ku tu hikûmetek di nava 6 mehan an jî salek du salan de vê pirsgirêkê çareser bike. Ev ji bo Iraqê jî ji bo Herêma Kurdistanê jî derbas dibe. Pirsgirêk di encama gendelî, îhmalkariya nêzî 40 sal de ye. Pirsgirêk ji salên 1980’an ve destpê dike. Gelek pirsgirêkên Herêma Kurdistanê jî li gel  avabûna hikûmeta herêmê ve destpêkiriye."    'NELIRÊTÎ LI IRAQÊ HATIYE BISAZÎKIRIN'   Hisên, da zanîn ku aloziya heyî ji hêla dezgehên hikûmetê ve tê bikaranîn û got ku divê di vê  mijarê de gavên girîng bên avêtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Nelirêtiya heyî ji hêla hizbên siyasî, dezgehên hikûmetê, carna jî ji hêla  dadgehan ve tê bikaranîn. Ji bo berjewendiyên mafya û qacaxçiyan û nelirêtiya  li deriyên sînor tê kirin. Nelirêtî  îro li Iraqê hatiye bisazîkirin. Hêza siyasî ya wê heye, hêzên çekdarî yên xwe heye, berpirs, mamosteyên zanko, dadwerên wan hene. Li dijî vê têkoşîn dayîn ewqas  hêsan nîne. Lê ji derveyî têkoşîna bi neleritiyê re tu rêyeke din a çareseriyê nîne. Divê gavên wisa bên avêtin ku gelê Kurd û yê Iraqê bikaribin tebikoşin."   'DANÛSTANDINA HERÊMÊ KÊM BÛYE'   Hisên, anî ziman ku li başûr danûstandinên ji derveyî welat kêm bûne û wiha got: "Rewşa aborî li Iraqê û Kurdistanê gelek xirabe. Hikûmet nikare meaşê karmendan bide, derfetên kar pir  kêmin, piraniya projeyên bazirganî yên mezin û biçûk di rewşeke xirab de ne. Encax dikarin kirêya ofîs û cihên xwe yên kar dabîn bikin. Her ku  diçe pêwîstiyên sereke yên jiyanî biha dibe. Li aliyekî pêwîstiyên jiyanê yên rojane biha dibin, aliyeke din  jî hêvî û baweriya civakê her diçe kêm dike. Ji  ber vê tê gotin kirin ku xwepêşandanên mezin piştî 25’ê Cotmehê rû bidin. Îhtîmaleke ev  pêla xwepêşandanê derbasê Kurdistanê jî bibe. Ji ber pirsgirêkên niha li Iraqê hene, biqasî wê û zêdetir jî li Silêmanî û Hewlêr jî heye. Ji ber Iraq dahata xwe ya sereke ji neftê digire, kêmbûna berhemanîna neftê û daketina nirxê wê bandoreke gelek xirab li aboriyê kiriye. Pêş meha 3 ya îsal bermîleke neftê dikir 60 dolar, piştre daket jêr 20 dolar, niha jî nêzî 41-42 dolarî. Hem nirxê neftê li Iraqê gelek daketiye, hem jî berhemanîna wê kêm bûye."   'IRAQ DI MIJARA ABORIYÊ DE ŞOKA DUYEMÎN JIYAN DIKE'   Hisên, dest nîşan kir ku hikûmeta Iraqê ber bi têkçûyinê ve diçe û wiha bi dawî kir: "Ji serê sala 2020’an ve Iraq û Herêma Kurdistanê 5 mîlyon bermîl neft berhem bi dest xist. Ji vê zêdeyî 4 mîlyon bermîl ji bo bazarên derve hinarde kiriye. Niha rêjeya berhemanîna neftê rojane nêzîkê 3 mîlyon û 800-900 hezar e. Ango hem berhemanîn kêm kiriye, hem nirx hem jî hinardekirin. Ev jî tê wê wateyê dahata Iraqê kêm kiriye. Iraq di mijara aboriyê de şoka duyemîn dije.  Hem liv û tevgera aborî ya civakê di nava bazar de kêm kiriye, hem jî dahata hikûmetê kêm bûye."   MA / Zeynep Dûrgût