Sembola êş û azarê: Zinarên digirîn 2020-10-30 09:16:43 DERSIM - Zinarên digirîn ên li geliyê Pilemûriye ya Dersimê, ji bo gelê herêmê sembola êş û azarên qewimîne. Zinarên ku li ser rêya Geliyê Pilumûriye ya Dersimê ne, ji ber ku dilopên avê ji wan dibarin gelê herêmê ji wan re dibêje zinarên digirîn. Her wiha ev zinar bala kesên tên bajêr jî dikişîne û kesên tên li ber vê dîmenê wêneyan digirin. Ev zinarên ku di nav girên efsûnî yên Geliyê Pilûmûriyeyê de bal dikişînin, ji ber dîmena xwe ya balkêş, ji bo serdêran dibin cihê kêliyine xweş.    Lê belê ev zinarên digirin, ji bo gelê herêmê tiştekî din in. Ji bo gelê herêmê sembola êş û azarên ji duh heya niha qewimîne. Gelê herêmê ji bo van zinaran dibêjin: "Belkî jî ev zinar ji bo êş û azara vê erdnîgariyê digirîn. Ji lewra saloqat dilop ji wan tên. Eynî wekî hêsirên dayika, ne diqehirin ne jî disekinin. Werê diherin. Gava zivistan tê ew dilop hêdî hêdî dibin qeşa û ji gir berjêr dişiqitin, dibin şembelîlk. Lê cardin jî av, di bin van şembelîlkan de ji xwe re rêyekê dibîne û diherike."    MA / Ayşe Surme