Pirtûka Gotinên Pêşiyan der çû: 4 cild, 50 hezar gotinên pêşiyan 2020-10-30 09:16:05 WAN - Pirtûka "Gotinên Pêşiyan" a nivîskar Mehmet Oncu hat weşandin. Xebata Oncu, 4 cild in û tê de 50 hezar gotinên pêşiyan hene.  Pirtûka "Gotinên Pêşiyan" a Mehmet Oncu hat weşandin. Xebata Oncu, 4 cild in, ji 4 hezar û 876 rûpelan pêk tê û tê de 50 hezar gotinên pêşiyan hene. Xebat ji aliyê Weşanxaneya Sîtavê ve hatiye weşandin.    Nivîskar Oncu ku heya niha 4 jê helbet û 2 jê roman 24 berhemên wî hatine weşandin, anî ziman ku ji 50 hezar gotinên pêşiyan 30 jê wî tomar kirine û yên din jî ji çavkaniyên din berhev kirine. Oncu, bilêv kir ku ji sala 1979'an heya niha gotinên pêşiyan berhev kiriye û got, di salên 1990'î de ji ber zext û zoriyan gelek xebatên wî winda bûne. Oncu, anî ziman ku wê çaxê gava ser wî hatiye sehîkirin 21 gotinên pêşiyan pê re hatine dîtin û ji ber vê bi rojan di binçavan de maye. Oncu, destnîşan kir ku piştî zext û zoriyan hîn bêtir li ser xebatên xwe hûr bûye.   Her wiha Oncu, diyar kir ku di warê gotinên pêşiyan de herî zêde dêya wî piştgiriya wî kiriye û got, lewma vê xebata xwe diyarî dêya xwe kiriye.    ZENGÎNIYA KURDΠ   Oncu, bilêv kir ku gava gotinên pêşiyan berhev kiriye di ber re jî wateya wan vekolaye û got: "Hema bibêje min ev xebat li her derî kir. Di warê teknîkî de hin kêmasî hebûn. Lewama min li ser kaxezê dinivîsand. Dû re min kaset bi kar anîn."    Oncu, destnîşan kir ku di sala 2009'an de pirtûkeke wî ya gotinên pêşiyan hatiye çapkirin û di wê pirtûka wî de 7 hezar gotinên pêşiyan hene. Oncu bal kişand ser zengîniya kurdî û got: "Heger derfet çêbibin wê ev zengînî yek bi yek derkeve holê."    MA / Dîndar Karataş