Jinên ku xwestin bi qeyûm re hevdîtin bikin negirtin hundir 2020-10-26 13:29:16   MÊRDÎN – Jinên ku derbarê kargeha kirêcê ya li taxa xwe de xwestin bi qeyûmê Mêrdînê re hevdîtin bikin, negirtin hundir.    Li taxa Stasyonê ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê gelek jinan xwest têkildarî gemara ku ji ber Kargeha Kirêcê ya Nûhoglû ya li taxa wan peyda dibe bi qeyûmê Mêrdînê Mahmût Demîrtaş re hevdîtin bikin. Lê jinên ku ji bo hevdîtinê çûn ber derê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, ji aliyê polisan ve hatin astengkirin û polisan ew negirtin hundirê şaredariyê.  Hat diyarkirin ku jin nîv saet li ber derê şaredariyê rawestiyane û bêyî ku bi kesî re hevdîtin bikin ji ber derê şaredariyê veqetiyane.    ‘ZAROKÊN MIN BI NEXWEŞIYA BÊHNÇIKANDINÊ KETINE’    Emîne Barik, bertek nîşanî rewşê da û ev tişt got: “3 sal in ji bo ku em hevdîtinan bikin diçin û tên.  Lê kes ji derdê me re çare nabîne. Ji ber vê kargeha kirêcê em bi şev nikarin derkevin derve. Zarokên min hemû bi nexweşiya bêhnçikandinê ketine. Em nikarin bi hêsanî bêhn jî bidin û bistînin. Ji bo fîltre li kargehê bê bikaranîn me xwest bi walî re hevdîtin bikin lê bi me re hevdîtin nekir. Dibêjin gere em randevu bigirin.”