Rêxistinên ciwanan: Em ê hebûna xwe ya li kolanan dewam bikin 2020-10-26 13:24:47 ENQERE - Rêxistinên ciwanan ên li Enqerê, bertek nîşanî mudaxileya polîsan û binçavkirina ciwanan duh ên Stenbolê û gotin: “Hûn ji tirsa êrîş dikin. Ne em hûn ditirsin. Em ê bi heman israr û têkoşînê hebûna xwe ya di kolan û koçeyan de dewam bikin.”    Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Ciwanên Demokrat ên Nû, Yekitiya Xwendekarên Şoreşger û Hêzên Şoreşger ên Ciwan (DEV-GUÇ) berî îlankirina Meclîsa Ciwanên Yekbûyî ya di 15’ê Mijdarê de, duh li Kadikoya Stenbolê kom bûn û xwestin daxuyanî bidin. Lê polîsan mudaxileyî wan kiribû û gelek kes binçav kiribûn. Derbarê binçavkirin û êrîşa polîsan de li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Enqerê civakîna çepemeniyê hat lidarxistin. Berî civînê, polîsan avahiya partiyê dorpêç kirin. Di civînê de pankartên “Em ji bo azadiya xwe, li dijî faşîzmê bi hevre bimeşin. Bila kesên hatin binçavkirin bên berdan” hatin vekirin. Meclîsa Ciwanên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Ciwanên Şoreşger ên Sosyalîst, Meclîsên Komîn û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) tevlî civînê bûn.       'EM JI TUNDIYA WE NATIRSIN’   Denîz Akbiyik, daxuyaniya hevpar a bi navê rêxistinên ciwanan xwend û wiha got: “Hilgirtina wêneyê Îbrahîm Kaypakkaya ku yek ji pêşengên komunîst ên nivşê 68’an ye weke hincet nîşandan û êrîşî ciwaan kirin. Duh bi şev 55 hevalên me hatin binçavkirin. Dûre serbest hatin berdan. Lê Metîn Ozkan ê YDG’î ku postere Kaypakkaya hilgitîbû sewqî dozger kirin. Em weke ciwanên şoreşger, ji rêberên xwe fêr bûn û pêşeroja xwe ava dikin. Em ji tundiya we natirsin. Em ê bi heman israr û têkoşînê hebûna xwe ya li kolan û koçeyan, dewam bikin   'EM TACÎZ KIRIN, GEF LI ME XWARIN’   Endama Meclîsa Ciwanên HDP’ê Newroz Gulen a hatibû binçavkirin jî, piştî daxuyaniyê tiştên jiyan wiha vegot: “Tiştê ku em rastê hatin, bi temamî îşkence bû. Dema em hatin binçavkirin, li nexweşxanê, di otobusê de, dijûn ji me re kirin, gef li me xwarin û li qereqolê bi hinceta lêgerînê em taciz kirin. Em bi malbatên me tehdît kirin. Heya 6 saetan bi destê paşve kelepçekirî em rawestandin. Ligel koronayê jî pencereyên otobusan bi tu awayî venekirin. Em natirsin. Berevajî ew jî ditirsin. Ji bo wê êrîşî me dikin. Her ku ew êrîşî me bikin, emê xwe bi hêztir bikin û bên gel hev. Duh em tenê çar sazî bûn. Niha çar saziyên din jî piştgiriyê didin me. Sibe wê çar saziyên din jî piştgiriyê bidin me. Em ê tu carî kêm nebin. Her ku biçe em ê zêdetir bibin.”