Li Efrînê bi ala El Qaîdeyê Fransayê şermezar kirin 2020-10-26 13:13:59   NAVENDA NÛÇEYAN – Komên paramîlîter ên li Efrînê ku Tirkiye piştgiriya wan dike, li Efrînê bi ala El Qaîdeyê li dijî Fransayê çalakî li dar xistin.   Komên paramîlîter ku Tirkiye wan di bin navê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) li hev kom kir, li Efrînê bi ala El Qaîdeyê li dijî Fransayê çalakî li dar xistin. Çalakî li Qada Newrozê bi beşdariya komên çekdar hat li darxistin û di çalakiyê de alên Fransayê hatin şewitandin û li dijî Fransayê dûrişm hatin berzkirin.    Duh jî li Serêkaniyê li dijî Fransayê bi heman rengî çalakiyek hatibû lidarxistin û di çalakiyê de ala DAIŞ’ê hatibû vekirin.