Kekê qaymeqam Safîturk diyar kir ku gef lê tê xwarin 2020-10-26 11:01:16 MÊRDÎN – Kekê Qaymeqamê Dêrikê Mûhammed Safîturk ku di encama êrişa bombeyî jiyana xwe ji dest da Alî Haydar Safîturk, diyar kir ku ji ber derbarê mirina birayê xwe de gumanên xwe yên li ser Midurê Emniyetê yê Navçeya Dêrikê aniye ziman, gef lê tê xwarin.    Di 10’ê mijdara 2016’an de li hemberî Qaymeqamê Dêrikê yê Mêrdînê Mûhammed Safîturk bi awayekî guman êrişeke bombeyi pêk hat û Safîturk di meqamê de jiyana xwe ji dest da. Kekê Safîturk Alî Haydar Safîturk ku beriya çend rojan derbarê mrina birayê xwe gumanên xwe yên li ser Midurê Emniyetê yê Navçeya Dêrikê anîbû ziman, daxuyaniyek nû da.    Alî Haydar Safîturk, li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê mirina birayê xwe parvekirinên nû kir û destnîşan kir ku ji ber gumanên xwe yên li ser Midurê Emniyetê yê Navçeya Dêrikê aniye ziman, gef lê tên xwarin. Safîturk navê kesên ku gef lê dixwin aşkera nekir.