Di Roja Mafê Nexweşan de banga li hikûmetê: Girtiyan berdin 2020-10-26 10:46:02 EDENE – Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navenda ÎHD’ê Îlhan Ongur, di Roja Mafê Nexweşan a Cihanê de bang li hikûmetê kir û xwest hemû girtiyên nexweş berde.   Di ser avabûna Roja Mafê Nexweşan a Cihanê ku di sala 1981’an de li Lîzbonê di Lîjneya Giştî ya Yekitiya Bijîjkên Cîhanê de bi Danezana Lîzbonê hat qebûlkirin re 29 sal derbas bûn. Tirkiye jî di sala 1998’an de danezanê îmze kir. Di danezanê de tê gotin ku divê nexweş her cure xizmetê bigire. Di roja ku wiha de tişta herî balkêş rewşa girtiyên nexweş e.   ‘NÊZIKBÛNA HIKÛMETÊ DIBE SEDEMA BINPÊKIRINA MAFÊ JIYANÊ’   Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navenda Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Îlhan Ongur, derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku danezan li ser girtiyên nexweş nayê pêkanîn û bal kişand ser rewşa girtiyen nexweş.  Ongur, diyar kir ku daneyên rasteqîn ên girtiyên nexweş ji aliyê Wezareta Edaletê ve nayên aşkerakirin û nezikbûna hikûmetê ya li hemberî girtiyên nexweş dibe sedema binpêkirina mafê jiyanê.”   LI BER MIRINÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ BER DIDIN   Ongur, destnîşan kir li gel raporên ku nikarin li girtîgehê bimînin jî girtiyên nexweş nayên berdan û wiha got: “Ji bo çûna nexweşxaneyê bi rojan tên sekinandin. Dema ku dibin nexweşxaneyê jî dest û piyê wan kelemçe dikin. Ji ber ku baş li wan nanirên rewşa girtiyên nexweş girantir dibe. Dema ku tên ber mirinê hê nû wan ber didin. Piştî berdana xwe bi çend rojan jiyana xwe ji dest didin.”   PEYWIRÊ WÎ BI BÎRA WÎ XIST   Di berdewamê de Ongur, da zanîn ku mafê jiyanê û tedawiyê yên girtiyên nexweş tên astengkirin û wiha pêde çû: “Peywira Wezîrê Edaletê ne ew e ku heta mirinê girtiyên nexweş di girtîgehê de bihêle, peywira wî ew e ku ji bo girtiyên nexweş tedawî û derman dabîn bike. Divê wezaret neyîniyê ku jê diqewimin ji holê rake.”   ‘BIRÎNÊ NEKOLIN’   Herî dawî Ongur ji bo girtiyên nexweş ev bang kir: “Pirsgirêka girtiyên nexweş bi pirsgirêka hiqûqî re pirsgirêka wijdan, mirovî û ehlaqî ye. Ji ber ku tenê Saziya Tipa Edlî berpirsyar e, tedawiya girtiyên nexweş nayê kirin û ev jî dibe sedema kûrbûna birîna civakî. Tişta divê bê kirin demildest sererastkirinên hiqûqî bên kirin û girtiyên nexweş hemû bên berdan.”   MA / Hamdûllah Kesen