Xelk piştî 5 salan derket ser Birca Keçikê 2020-10-26 10:31:14   AMED – Birca Keçikê ya li Sûra Amedê ji ber qedexeya derketina li Sûrê 5 sal bûn serdana wê qedexe bû. Piştî 5 salan ku xala kontrolê ya polîsan hat rakirin, welatî herikîn Bircê û serdana wê kirin.   Di sala 2015’an de qedexeyên derketina derve yên li navçeya Sûrê ya Amedê dest pê kirin û heta niha gelek deverên navçeyê hê jî qedexe ne kes nikare xwe bigihîne wan. Yek ji van deveran jî Birca Keçikê ya li Deriyê Mêrdînê bû. Ji kanûna sala 2015’an ve bi hêceta “ewlehiyê” birc ji serdan û çûnûhata mirovan re hatibû girtin. Piştî 5 salan xala polîsan a li ber bircê ya ku li Baxçeyên Hewselê, Pira Dehderî û hawîrdorê dinêre hat rakirin. Bi rakirina vê xala polîsan re duh bi hezaran şêniyên Amedê berê xwe dan Bircê û serdana wê ya ewil kirin.   Li derdora Bircê xebatên peyzajê hê jî didomin. Tê payîn ku di bihara sala 2021’an de birc bi awayekî fermî bi merasîmekê were vekirin. Lê beriya vê vekirina fermî welatî derketin ser bircê û bedenên pê ve û têra dilê xwe geriyan û heyfa van çend salan sitendin. Ji zarokan bigire heta kal û pîran welatiyên hatin serdana bircê wêneyên xwe kişandin û li hawirdorê temaşe kirin.   Dema ku roj çû ava ango dema xatirxwestina rojê dîmenên xweşik li ser bircê derketin holê.   Ev 5 sal bûn derdora bircê bi bariyerên polîsan dorpêçkirî bû. Polîsan bi tu awayî nedihişt welatî derkevin ser bircê. Tax ango malên li pêş bircê ji ber şerê li wir qewimî hatibûn hilweşandin û li şûna wan avahî ji nûve hatine çêkirin.    Birca Keçikê beriya were qedexekirin, navnîşan û cihê ger û geştê bû. Her kesê dihat Amedê diçûn ser bircê û li hawirdorê temaşe dikirin.   MA / Bîlal Guldem