Taşdemîr: Desthilatdarî siyaseta şikandina vîna jinê bi rêve dibe 2020-10-26 10:28:38 AMED - Dîlan Dîrayet Taşdemîr a HDP’î, diyar kir ku desthilatdarî siyaseta şikandina vîna jinê bi rêve dibe û got: “Ji ber ku li dijî avakirina rejîmeke nû, jinan weke tehdît dibîne.”    Li gorî danayên Platforma Emê Cînahetên Jinan Rewestînin (KCDP), di meha Îlonê de, li Tirkiyeyê 16 jin hatin qetilkirin û 20 jin jî bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest dan. Her ku diçe tundî, tacîz û tecawîzên li dijî jinan zêdetir dibin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, anî ziman ku di serdema desthilatdariya AKP’ê de tundiya li dijî jinê kirin ji rêzê.    Taşdemîr, diyar kir ku ji roja ku AKP bûye desthilatdar û vir ve tundî-êrîşên li dijî jinan gehiştine asta hovîtiyê û wiha axivî: “Desthilatdariyê Peymana Stenbolê û qanûna hejmara 6284’an kirine hedef. Bi vê hewl didin jinan bi tenê bihêlin. Desthilatdariya AKP’ê amadekariya avakirina rejîmeke nû dike. Jinên têkoşîna azadiyê didin jî di hedefa avakirina vê rejîma nû de ne. Desthilatdarî jina ku xeta azadiyê diparêze û civakê bi rêxistin dike, qebûl nake. Jinekê ku hîn maqûl, ser tewandî, pê razî bûn û koledariyê dike, dixwaze. Jinên îtîraz dikin naxwaze û ji ber vê serî li pêkanînên tundiyê dide.”    'JINÊN KURD DI HEDEFÊ DE NE’   Taşdemîr, dest nîşan kir ku desthilatdarî, di serî de jinên kurd hedef digire û wiha pê de çû: “Di salên 1990’î de, jinên dihatin binçavkirin, tacîz û tecawîzê wan dikirin. Bedena wan teşhîr dikirin. Gundên wan dişewitandin. Ev sûc heya roja me ya îro jî dewam dikin. Dest ji darizandinê berdin, kesên li dijî jinan ev sûc dikirin, dihatin xelatkirin û paya wan dihat bilindkirin. Di mîna Mûsa Orhan de jî, mirova dikare vê rastiyê bi awayekê pir zelal bibîne. Wezareta Karê Hûndir xwedî wî derket.”    'SIYASETA ŞIKANDINA VÎNÊ BIRÊVE DIBE’   Taşdemîr, da zanîn ku ji dîroka Komarê ve bi tu awayî sûcên li dijî di serî de jinan li kurdan hatine kirin, nehatine darizandin û wiha bilêv kir: “Bi israr daxwazên kurdan ên demokratîk û azadîxwaze, xwedî li ziman û nasnameya xwe derketin terorîze dikin. Bi vê siyasetekê ne naskirinê bi rêve dibin. Ji ber vê bi binçavkirinan, girtinan, penaberkirinê, rizandina civakê, bêesil kirinê û şikandina vînê kurdan ji holê rakin. Teşhîrkirina bedena jinê, êrîşên li ser bedana jinê siyaseta dagirkirinê heye û ev jî eyneya siyaseta zeftkirin û dagirkirinê ye. Li Kurdistanê, di pêvajoya dawiyê de, ev êrîşîn li dijî jinan em weke ‘Plana tekbirin û şikandinê’ digirin dest û dinirxînin.”    'BI CEZAKIRIN KADÎR ŞEKER PEYAM DAN’   Ji bo parastina çewherî jî Taşdemîr, der birî ku jinên di çarçoveya paratina xwe çewherî de diparêzên tên cezakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dîsa kesên dixwazin jinan biparêzin jî tên cezakirin. Mînak Kadîr Şeker ji ber ku jinan rastî tundiyê dihat parast ceza kirin. Bi cezakirina Kadîr Şeker xwestin peyam bidin. Li gorî perspektîfa siyaseta desthilatdariyê, darazeke ku biryara bide heye. Lê di rastiyê de ev daraz bûye amûrê siyaseta desthilatdariyê. Ji ber vê cezayê li Şeker hat birîn ji siyaseta AKP’ê ya ku li dijî jinê bi rêve dibe ne serbixeye.”   'LI KURDISTANÊ MIROV TÊN WINDAKIRIN’   Têkildarî bûyerên Nadîre Kadîrova, Îpek Er û Gulistan Dokû yên di raya giştî de ji nêzve tên şopandin jî, Taşdemîr ev şirove kir: “Gulistan Dokû ji 5’ê Çileyê ve li Dersimê windaye. Doku nîşaneya siyaseta taybet a li Dersimê tê bi rêve birine. Rastiyeke Wazareta Karê Hûndir a ku dibêje ‘ez bi ÎHA’yan gir, dar û çiyayan dişopînim’ heye. Ji ber vê yejê li Kurdistanê mirov winda nabin, tên windakirin. Bûyera Nadîra Kadîrova û Îpek Er jî bi heman awayî ye. Hemû bi hev ve girêdayîne. Mirinên jinan ên bi guman baş nayin lêkolîn kirin. Ev jî dibe sedem ku întîharên jinan ên bi guman zêdetir bidin. Jinan neçarî xwe kuştinê dikin.”     'EMÊ HEBÛNA XWE YA LI KOLANAN DEWAM BIKIN’   Taşdemîr, bibîr xist ku têkoşîna jinan xwedî kokek dîrokiye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Muxalefeta ku li dijî AKP’ê têkoşînek bi bandor bi rêve dibe jin in. Çi dema ku dibêjin ‘dernekevin kolanan’, herî zêde jin derdikevin kolanan, li dijî qanûna tecawîzê li ber xwe didin, xwedî Peymana Stenbolê derketin, mekanîzmayên hevserokatiyê parastin û li dijî êrîşên li ser rêxistinbûyîna jinê, serî hildan. Ji ber vê êrîşên li dijî jinan zêdene. Me duh jî li ber xwe dida, emê îro jî li ber xwe bidin û emê sibe jî berxwedana xwe mezintir bikin. Ji ber ku ji bilî berxwedanê tu rêyeke me ya din tuneye. Dîsa em ê ji bo parastina pergala hevserokatiyê, têkoşîna xwe mezintir bikin. Emê zêdetir xwedî Peymana Stenbolê derbikevin û em ê hesabên jinên tên qetilkirin û bi awayekê guman jiyana xwe ji dest didin bipirsin. Ji bo vê emê hebûna xwe ya li koçe û kolanan dewam bikin.”   MA / Arjîn Dîlek Oncel