Kurkçu: Deklerasyona banga aştiyê banga ji bo civakê ye 2020-10-26 10:09:26 STENBOL - Serokê Rûmetê yê HDP'ê Ertugrul Kurkçu, diyar kir ku Deklerasyona Banga Aştiyê, ne banga ji bo îqtîdarê ye, banga ji bo civakê ye û wiha got: “Rêya Sêyemîn ji bo Tirkiyeyê ji bo guhertina dîrokî bingehek esasî ye."  Bi avakirina Komara Tirkiyeyêre feraseta "Yek netew, yek ziman, yek al, yek bawerî" heta îro didome. Ji ber vê ferasetê polîtîkaya înkar û îmhaya nasnameyên din jî didome. Gelê Kurd û nasnameyên din ên li Tirkiyeyê sed salin nikarin bi nasname, ziman, çand û baweriya xwe azad bijîn. Ev yek dibe sedema pirsgirêkên kronîk. Dîsa polîtîkayên şer ên îqtîdarê, bêtir pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên nasnameyên din dixetimîne. Kên li dijî şer û van polîtikayan dengê xwe bilind dikin jî dibin armanca îqtîdarê. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan li dijî van polîtîkayên înkar, îmha, şer û faşîzmê di 1'ê Hezîranê de belgeya stratejî û helwestê diyar kir. HDP'ê li dijî polîtîkayên şer û înkarê bi sernavê “Em bi hevre ji bo pirsgirêka Kurd a demokratîk têbikoşin" û “Em bi hevre li dijî şer têbikoşin", "Bernameya  Têkoşîna Demokratîk" danî pêş xwe. HDP, piştî bernameya 3 mehan, di 1ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de "Deklerasyona Banga Aştiyê" aşkere kir. HDP'ê bang li hemû hêzên demokratîk kir û xwest tev li vê deklerasyonê bibin û têkoşîna demokratîk xurt bikin.    'TIRKIYE BÛYE WARÊ GIRTÎYAN'   Serokê Rûmetê yê HDP'ê Ertugrul Kurkçu têkildarî banga HDP'ê û çareseriya pirsgirêka Kurd axivî. Kurkçu, anî ziman ku gelek qeyranê ketine nava hev hene û wiha got: "Rejîma Awarte sedem û nîşana qeyranê ye.  Ji ber ku di navbera civakê û dewletekê de razîbûn nayê avakirin ev qeyran didome. Her tim rageşî heye. Ji ber vê yekê divê her tim di navbera civak û dewletê de razîbûnek bê avakirin. Sedema vê qeyranê pratîka “Bi destê dewletê milet ava bike" ye. Ji ber di nava dewlet û civakê di di aliyê aborî, siyasî de rageşî û nelihevkirine heye ev qeyran didome. Qeyran xwe di rejîma siyasî de didin der. Komara Tirkiye ji destpêkê heta niha piranî bi Rêveberiya Rewşa Awarte hat rêveberin. Dema em li girtîgeh û girtiyan dinerin, em dibînin ku Tirkiye bûye welatê girtîyan. Em dibînin ku cihê azadî û vîna gel di nava vê pergalê û rejîmê de tune ye. Azadiya bawerî û îfadeyê tune ye. Di encamê de dewletê hepsa ku ava kiriye xwe dêde hepis kiriye."    TEWLETA TIRK HER TIM XWEST SERDESTIYÊ LI SER KURDAN BIKE   Kurkçu, destnîşan kir ku Dewleta Tirk di dîroka komarê de her tim armamc kir ku serdestiyê li ser Kurdan bike û wiha lê zêde kir: "Di her firsendê de wekî terteleya Dersîmê îro jî paqijiya nijadî li ser maseya wan e. Dema em li pirsgirêka Kurd dinerin, rola navendî ye. Raste Komkujiya Ermeniyan beriya komarê pê hat, lê îro ev çand di nava komarê de jî bi cih bûye. Komkujiya Pontusê di dema Şerê Rizkariyê de berdewam kir, lê encama wê îro jî bandora xwe dike. Îro Kurd vê yekê dijîn. Kurd li ser vê erdnîgariyê demek pir dirêj bi dewleta Osmanî re peyman çêkirin û bi hevre jiyan. Lê piştî Şerê Rizgariyê pêvajoya îsyanan dest pê kir.  Di pêvajoya Komarê de pirsgirêka herî mezin xwestin Kurdan bikin Tirk û wekî Tirk pênase bikin. Ji ber vê yekê mantika Komara Tirkiyeyê li ser serdestiya Kurdan hatiye avakirin.    Kurdan niha li çar perçeyên Tirkiyeyê di aliyê ked, mamosteti, rewşenbirî, kar, ked, çandinî û çotkarî, hilberîn û her qade de bi jin û mêran bi çalak cih digirin û rol dilîzin. Ji ber vê yekê dema mirov geşedanan li ber çavan digirin, li dijî tevgera azadiyê polîtîka û plana têkçûnê dixin meriyetê. HDP, wekî modela ji nûve avakirina Tirkyeyê derket holê. Ev model li dijî modela AKP'ê ye.    Heta niha Kurdan dema borî baş nenirxandin. Hem li Bakur û hem jî li Rojava bingehên xurt ên polîtîk ava nekirin. Diaspora û diplomasiyek xurt a Kurd ava nekirin. Pêvajoya çareseriyê hêzek mezin da têkoşîna Kurdan. HDP ji bo avakirina demokratîk a Tirkiye wekî modelekê derket holê. Lê ev ne li gorî modela AKP'e bû. Dîsa di navbera hêzên demokratîk û şoreşger ên Tirkiyeyê de têkiliyên xurt pêş ketin. Mezinbûna HDP’'ê û pêvajoya Şoreşa Kobanê di nava dewletê de fikarên mezin çêkir. Hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an nişan da ku Tevgğera Demokratîk a Şoreşa Kurdistanê dema bi Hêzên Demokratîk ên Tirkiyeyê re bibe yek dê tu hêz nikaribin îqtîdara xwe berdewam bike. Vê yekê rê li pêş biryarên nû vekir. Bi vê hilbijartinê re xeta sêyemîn pêş ket. Ji ber vê yekê AKP û MHP ji bo avakirina eniyek nû bûn yek. Gotin ger ku em vê pêvajoyê li vir bi dawî nekin, ev yek dê bibe dawiya dewletê. Rejîma nû li gorî Destûra Bingehîn a Sûc hat avakirin.   'ROLA OCALAN A SAZUMANKARIYÊ JI ALIYÊ CÎHANÊ VE TÊ QEBÛLKIRIN'    Kurkkçu, bal kişand ser rola Ocalan a pêvajoya çareseriyê û wiha berdewam kir: "Ocalan rola sazumankariyê lîst. Ev rola Ocalan a sazumankariyê ji aliyê cîhanê ve tê qebûlkirin. Em hemû dizanin ku ji bo azadiya Ocalan 10 milyon îmze hatin komkirin. Her roj pirtûkên wî yên parastinê wergerî zimanên din ên biyanî dikin. Me di pêvajoya salên 2013-2015'an de dît ku rola Ocalan a ji bo çareseriyê çiqas diyarker û sereke ye. Gotina Ocalan a 1994’an ku got “Em Komara Tirkiye û dewleta Tirk hilnaweşînin. Nikarin hilweşînin. Armancek me ya wisa jî tune ye. Lê Dewleta Tirk jî nikare me tune bike." hêj di aqilê min de ye. Niha ev yek piştrast dibe.    'ÇAREERÎ RÊYA SÊYEMÎN E'    Kurkçu, da zanîn ku îro li Tirkiye du siyasetên serdest hene û wiha pêde çû. "Milê eniyekê rejîma yek partî ye. Eniya din vegera pergala Dewleta Osmanî ye. Ji ber vê yekê çareserî HDP ye. Rêya HDP'ê ya Rêya Sêyemîn e. Rêya sêyemîn ji bo Tirkiyeyê ji bo guhertina dîrokî bingehek esasî ye. Divê îtîfaqa demokratîk bê avakirin.    MA / Ferhat Çelik - Naci Kaya