Li Şengalê goreke din a komî hat dîtin 2020-10-26 09:44:57   NAVENDA NÛÇEYAN – Li Şengalê goreke din a komî ya tê fikirîn a zarok û jinan e hat dîtin.   Li gundê Salox ê Şengalê goreke komî ya kesên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibûn qetilkirin hat dîtin. Di xebata ku duh ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatibû destpêkirin de tê tezmînkirin ku cenazeyê 80 jin û 12 zarokan di gorê de hene.      Hat diyarkirin ku xebata vekirina gorên komî dê 20 roj bidome.