17 endamên Mala Gel hatin berdan 2020-10-26 09:19:07   ÎZMÎR – 17 Endamên Mala Gel ên xwestin daxuyanî bidin hatibûn binçavkirin, piştî ku li ewlekariyê îfade dan, serbest hatin berdan.    Endamên Mala Gel li Sûka Karşiyaka ya Îzmîrê, bi dûrişmeya “Em dixwazin bijîn” li hev kom bibûn, xwestin ku daxuyanî bidin çapemeniyê. Lê polîsan mudaxileyî wan kiribû û 17 kes binçav kiribûn. Endamên Mala Gel, piştî ku li Miduriyeta Ewlehiya Bajêr îfade dan, serbest hatin berdan.      Navê kesên hatibûn binçavkirin û berdan wiha ne: “Eren Aktaş, Ebru Akeloglû, Egemen Ûlûcan, Eyup Ûlûcan, Elîf Yerlîkaya, D.T. (17 salî), Seval Ekşîcî, Fatma Pinar Ûsta, Gîzem Coşkûn, Erdem Engîn, Dogan Barîş Halîdî, Ûgûrcan Akyol, Ozgun Avci, Serdar Turkmen, Emîne Akbaba, Evrîm Çakir û Ûgûr Demîr.”