'Em ê li hemberî êrîşan serî daneynin û berxwedana xwe mezin bikin' 2020-10-22 19:48:37   AMED - Parlementera HDP’ê Felekna Ûca derbarê serdegertina avahiya navend û navçeyên HDP’ê û binçavkirina hevserokan de destnîşan kir ku wê li hemberî êrîşan serî daneynin û berxwedana xwe mezin bikin.   Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi hinceta “belgeyên qedexe” hene polîsan bi ser avahiyên rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Amedê û rêxistina HDP’ê ya navçeya Yenîşehîrê de girtin. Piştî ku lêgerîna avahiya HDP’ê ya navçeya Yenîşehîr qediya polîsan hevserokên navçeyê Kasim Kaya û Remziye Sizici binçavkirin. Polîsan di dema lêgerînê de tiştên avahiya navçeyê belavkirin û dest danîn ser hardîsk, pirtûk û hin wêneyên ku bi dîwar ve daliqandî. Di dema Kaya û Sizici xistin erebeya binçavkirinê de rêveberên HDP’ê yên ku li ber derî disekinîn dirûşmeya ‘zext nikarin me têk bibin’ berz kirin. Welatiyên derdorê jî bi çepikan piştgirî dan wan. Dû re derbarê serdegertina avahiya HDP’ê ya navend û navçeyê û binçavkirina hevserokên wan de Parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca’yê li pêş avahiya navçeya HDP’ê ya Yenîşehîrê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Parlementera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag, endam û rêveberên navçeyê yên HDP’ê amade bûn.   JI BER 'ÎXBAR'EKÊ BI SER HDP’Ê GIRTINE   Ûca di daxuyaniyê de diyar kir ku polîsan ji ber "îxbar"ekê de li ser avahiya HDP’ê ya navçeya Yenîşehîrê girtine û wiha got: “Di destê du heb ciwanan de pankart hebûye. Ew ciwan li pêş avahiya HDP’ê ji erebeyê peya bûne. Li ser wê îxbar hatiye kirin. Bi vê yekê re hevserokên me yên navçeyê binçavkirin û yên navendê jî tên binçavkirin. Dema em hatin vir dorpêçeke gelek mezin hebû. Destûr nedan em wekîlên HDP’ê bikevin hundirê avahiyê jî. Bêyî ku parêzer werin lêgerîn dabûn destpêkirin. Ev jî bê hiqûqiyeke gelek mezin e.”   ‘EM Ê LI HEMBERÎ VÊ ZILMÊ ÇOK DANEYNIN’   Ûca, bibîr xist ku hikumeta AKP’ê her roj êrîşî partî, endam û rêveberên wan dike û wiha axivî: “Her roj êrîşên krîmînalîzekirinê dikin. Ev jî yek ji wan êrîşa ye. Lê bila her kes baş bizanibe ku HDP ne bi girtinê ne bi binçavkirinê ne jî vê bê hiqûqiya li hemberî wê tê kirinê tune dibe. Ji bo pêşeroja Tirkiyeyê hêviya her kesî HDP ye, em ê li hemberî vê zilmê çok daneynin. Ev biryar bêhiqûqî û bêqanûnî ye. Ev yek ji aliyê hiqûqî ve nayê qebûl kirin. Em ê çok daneynin, li hemberî wan serê xwe netewînin û têkoşîna xwe mezintir bikin. Îro hevserokên me hatibin binçavkirin jî sibê bi dehan hevalên me wê şûna wan bigirin û têkoşîna xwe mezintir bikin.”   ‘BILA TU KES MORALÊ XWE XERAB NEKE’   Ûca, destnîşan kir ku bêtehamuliya wan di sersala 8’emîn de xwedî derketina HDP’ê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ne tehamulkirina wan ji xwedîderketina li HDP’ê ye. Ji ber ku her roj bi sedan mirov li partiya xwe xwedî derdikevin, tehamul nakin. Ji ber vê yekê jî em ê têkoşîna xwe mezintir bikin. Bila hevalên vê derê jî tu kes morale xwe xerab neke. Ev têkoşîn li ser şexsa nameşe, têkoşîna gela ne. Gelê me li partiya xwe xwedî derdikeve. Em ê serî daneynin û berxwedana xwe mezin bikin.”   Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.