9 sal cezayê girtîgehê li cîgira hevşaredara berê ya Farqînê hat birîn 2020-10-22 16:56:27   AMED – Bi angaşta “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” 9 sal cezayê girtîgehê li cîgira hevşaredara berê ya Farqînê Zûhal Tekîner hat birîn.    Danişîna biryarê ya doza ku bi hinceta xebat û çalakiyên di navbera salên 2015-2016’an de tevlî bûbû li cîgira hevşaredara berê ya Farqînê Zûhal Tekîner vebûbû, li 9’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin.  Tekîner tevlî danişînê nebû parêzerê wê Abdulkadîr Guleç tevlî danişînê bû.    DOZGER CEZA XWEST   Di danişînê de dozger mutatalaaya xwe xwend û bi angaşta “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” ceza ji Zûhal Tekîner re xwest. Parêzerê Tekîner, Abdulkadîr Guleç li dijî mutalaayê parastin kir û destnîşan kir ku ji bilî gotinên bi nakok ên şahidên bûyerê tu delîl tunene û xwest muwekîla wî bê beraetkirin.    9 SAL CEZA   Piştî navberdayînekê heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir û bi angaşt “endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh û bi angaşta “propagandaya rêxistinê” jî sal û 6 cezayê girtîgehê li Tekîner birî.