Hevserokên HDP’a bajêr û navçeyê yên Amedê hatin binçavkirin 2020-10-22 16:09:01   AMED - Piştî serdegirtina avahiyên rêxistinên HDP’ê ya bajêr a Amedê û navçeya Yenîşehîrê, hevserokên bajêr û navçeyê hatin binçavkirin.    Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi hêceta “belgeyên qedexe” hene polîsan bi ser avahiyên rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Amedê û rêxistina HDP’ê ya navçeya Yenîşehîrê de girtin. Polîsan bi maşîneyên zirxî avahiya dorpêç kir û nehişt kes nêz bibe. Li gel parêzeran lêgerîna li avahiya didome. Polîsan dest danî ser pankart, qove û destiyê firçeyan.    Rêxistina HDP’ê ya Amedê di hesabê xwe yê Twîtterê de ragihand ku di çarçoveya lêpirsînê de Hevserokên Bajêr Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen Ûyanik û Hevserokên Navçeya Yenîşehîrê Kasİm Kaya û Remziye Sizici ji aliyê polîsan ve hatine binçavkirin.