Vê carê li Elkê şewat derket 2020-10-22 16:01:38   ŞIRNEX –Ji ber gulebarana ji baregeha leşkerî ya li herêma Elkê ji şewat derket.    Li çiyayên Cûdî, Gavar û Bestayê şewatên daristanan didomin. Vê carê jî agahiya şewatê ji gundê Setkarê yê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê hat. Hat zanîn ku ji baregeha leşkerî ya Kalecikê ya li gundê Setkarê piştî derdor hatiye gulebarankirin, şewat derketiye. Hat zanîn ku şewat didome û xebata mudaxileya şewatê jî tê astengkirin.