TUHAD-DER: Bila pirsgirêkên li Girtîgeha Tîpa F a Wanê bên çareserkirin 2020-10-22 15:59:56   WAN – Şaxa TUHAY-DER’ê ya Wanê, derbarê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa F a Wanê de xwest ku pirsgirêkên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de binpêkirinên mafan bên çareserkirin.   Şaxa Komeleya Piştevanî û Piştgiriyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TÛHAY-DER) a Wanê, derbarê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa F a Wanê de li avahiya xwe ya bajar civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Hevserokê TÛHAY-DAR’ê Kinyas Başak axivî û bi bîr xist ku çend hefte ne li Girtîgeha Tîpa F a Wanê bi awayekî dorveger çalakiya greva birçîbûnê didome.   ‘DIVÊ DAXWAZÊN GIRTIYAN BÊN QEBÛLKIRIN’   Başak, di berdewamê de bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê û destnîşan kir ku ji ber binpêkirinên mafan li girtîgehê çalakî tên bipêşxistin û wiha got: “Herî dawî ev rewş gihîşt asta çalakiya greva birçîbûnê. Ev asta jî xeteriya binpêkirinên mafan nîşan dide. Divê Destûra bingehîn û peymanên navneteweyî yên ku Tirkiye qebûl kiriye, li ber çav bên girtin û nêzikbûn û pêkanînên ku tecrîdê kûr dikin bên terkkirin, daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. Divê hemû rêxistinên sivÎl jî bibin dengê girtiyan.”