Cenazeyê 4 endamên HPG'ê rakirin morga Edeneyê 2020-10-22 15:53:45   EDENE – Cenazeyê 4 endamên HPG’ê yên li Çiyayê Amanosê di şer de jiyana xwe ji dest dan rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê.     Hat zanîn ku li Çiyayên Amanosê yê li navçeya Dortyola Hatayê di operasyonek hewayî ya di 18’ê cotmehê de hatiye lidarxistin de 4 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane. Cenazeyên endamên HPG’ê rakirin morga Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Edeneyê. Hat zanîn ku şopên êşkenceyê li ser laşê cenazeyan heye û nayên nasîn.